BI DÎMEN

Li rojavayê Siwêdayê şer

Li rojavayê Siwêdayê bi taybetî li derdora bajarokê Welgayê, di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê de, şer qewimî.

Duh (8’ê Cotmehê) di saetên şevê de li rojavayê Siwêdayê di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pevçûn derket.

Li gorî şahidan, li tevahî taxên Siwêdayê ji ber pevçûnên li eniyên rojavayê bajarokê Welga dengê teqînan û avêtina guleyan hatin bihîstin.

Li herêmên rojavayê Siwêdayê binpêkirinên peymana agirbestê ya di Tîrmehê de bi navbeynkariya Emerîkayê hatiye îmzekirin, ji hêla hêzên hikumeta demkî ve didomin.