Li Siwêdaya êrîşa bi droneyê: 1 mirî, 7 birîndar
Li bajarê Siwêdayê, di êrîşa droneya bombebarkirî ya hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Siwêdayê, di êrîşa droneya bombebarkirî ya hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji doh bi şev ve êrîşî bajarê Siwêda yê Sûriyeyê dike, vê sibehê (9'ê Cotmehê) li ser rêya Welga ya li başûrê bajêr bi droneya bombebarkirî êrîş kirin.
Di êrîşê de ciwanê bi navê Rebîh Hîlal Murşid jiyana xwe ji dest da, 7 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên Nexweşxaneya Siwêdayê ragihandin ku Murşîd ê bi giranî birîndar bû li gel hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin. Hate ragihandin ku 7 kesên birîndar piştî dermankirinê rakirin gundê Selayê.