Li taxa Eşrefiyê teqîn

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê nêzî nuqteya hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê teqîn çêbû.

Vê sibehê (6’ê Cotmeha 2025’an) saet di 08.05’an de li hundirê Parka Tariq Bin Ziyad a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê teqînek çêbû.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê, cihê teqînê nêzî nuqteya girêdayî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ye.

Ji ber teqînê zirarên madî di avahiya Nexweşxaneya Osman û avahiyên din de çêbûn. Li gorî daneyên ewilî, ti windahiya can çênebûn.