Li Tebqayê gelek çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîşî cihên şervanên QSD'ê yên li rojhilatê Tebqayê kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di 17:00 de bi çekên giran û wesayîtên bombebakirî êrîşî nuqteyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li gundê Ebû Qibab ê Tebqayê kirin.

Şervanan di cih de bersiv dan û li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî. Şer 3 saetan dewam kir û di encamê de êrîşa çeteyan hate şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin, lê hejmar nehate zelalkirin.

Şervanên QSD'ê li herêmê dest bi lêgerîn û paqijiyê kirin.