Mîstûra: Di nivîsandina Destûra Bingehîn de divê Kurd jî hebin

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan de Mîstûra got, "Divê Kurd tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bibin."

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan de Mîstûra destnîşan kir ku divê Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin.

Mîstûra ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostî re axivî û diyar kir, nabe ku hebûna Kurdan ji nedîtî ve bê û got, "Pêwîste Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê bibin."

Tê gotin, rayedarên Neteweyên Yekbûyî di hefteyên dawî de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi hin "komên mûxalîf" ên Sûriyeyê re li ser Destûra Bingehîn a nû daxivin û nêrîna wan digirin.

Rûsyayê, beriya niha di encama hevdîtinên Astanayê de ji bo Sûriyeyê pêşnûmeyeke Destûra Bingehîn pêşkêş kiribû û pêşniyar kiribû, ku gotina "Ereb" a di navê "Komara Ereb a Sûriyeyê" de ye bê derxistin û ji bo herêmên Kurdan jî "Xweseriya Çandî" pêşniyar kiribû.