MLKP Rojava salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir

MLKP Rojava şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Ev şoreş li hemberî tarîtiya dîrokî û bi taybetî li hemberî dagirkerî, mêtingerî, zordariya desthilatdarên herêmî, hêviya hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn mezin dike."

Rêxistina MLKP Rojava, bi wesîleya 5. salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Şoreşa Rojava ji bo hemû bindest û gelên Rojhilata Navîn li ser rêya xwe ya azadî, wekhevî, biratiyê didome. Şoreşa me li dijî hemû êrîşên leşkerî, siyasî, dîplomasî û aborî li ber xwe da û sînorên xwe yên siyasî û coxrafîk bi pêşengtiya têkoşîna azadiya Kurdistan bi gelên Ereb, Suryan, Tirkmen û hemû pêkhateyên Rojava û Suriyeyê parast û fireh kir."

'JI BILÎ SERKETINÊ TI RÊ LI PÊŞIYA ME NÎNE'

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser pêngava Xezeba Firatê, ku bi şervanên canfeda tê meşandin û hat gotin, "Ji bo pêşerojên azad pêl bi pêl gelên herêm berê xwe didin vê şoreşê. Ji ber ku ev şoreş li hemberî tarîtiya dîrokî û bi taybetî li hemberî dagirkerî, mêtingerî, zordariya desthilatdarên herêmî, hêviya hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn mezin dike. Li dijî desthilatdariya zilam şoreşa jinan geş dike. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê ji bo ew meşa azadiyê bigire, ye. Lê me çawa Kobanê bi ruhê şoreşgertî, bi ruhê Arînan, bi ruhê Şehîdên Pirsûsê parast û xwedî lê derket em ê Efrînê jî bi vî rengî biparêzin û xwedî lê derkevin. Li ber me ji bilî rêya serketinê rêyekê din tine ye." 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bêguman ew serketina gelan di serî de aîdê şehîdên me ne. Di keseyeta Serhat, Devrîm, Arîn, Sîbel, Xebat, Îvana Hoffmann, Mazlum, Cemre, Mehmet, Destan û şehidên Qaracoxê hemû şehîdên Şoreşa Rojava û gelan bi rêzdarî jibîr tînin û li ber têkoşîna wan bejnê xwe ditevînin. Di 2. salvegera komkujiya Pirsûsê de jî em 33 hevalên me, hevalên vê şoreşa me em bi bîr tînin. Em heta ku xeyalên hemû şehîdên xwe li ser vê xaka pîroz mîsoger bikin, dev ji têkoşîna xwe ber nadin. Em vê soza xwe dubare dikin.

Em MLKP Rojava, salvegara Şoreşa Rojava li hemû karker, zahmetkêş û gelên bindest a dinê,  gelên me, bîrîndar û gaziyên me, malbatê şehîdan, şervanên YPG, YPJ, QSD, şervanên enternasyonalist, hemû hêzên parêzvanên şorêşê û bi hemû şervanên xwe re pîroz dikin."