MSD: Bi şoreşa Rojava re gelek destketî bi dest ketin

MSD: Bi şoreşa Rojava ay 19'ê Tîrmehê re gelek destketî bi dest ketin. Li Sûriye û gelemperiya herêmê şer li dijî zilmê hatiye kirin û ji aliyê demokrasiyê, biratiya gelan, jiyana hevpar û afirandina mirovê nû ve destketiyên mezin bi dest ketine.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li ser salvegera 5. a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya MSD'ê de hat gotin, "Civakên Rojhilata Navîn û civaka Sûriyeyê ji ber polîtîka sîstemên desthilatdar di nava tirs û xofê de bûn û dihat binpê kirin. Lewma ji hemû aliyên jiyanê ve pêdivî bi şoreş û ferasetên nû yên avakirina nirxên jiyana azad û hevbeş hebû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ev yek pêk hat. Şoreşa Rojava ji bo keda hemû tevgerên rizgariyê ya gihîştine azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn dengek bû.

Em Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin û soz didin ku rêya wê bişopînin. Em vê roja pîroz li hemû gelê xwe pîroz dikin.

Bi Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re desketiyên mezin hatine avakirin. Li ser asta Sûriyeyê û herêmê di şerê li hemberî zulmê û avakirina însanê bi demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş bawere, gihîştin desketiyên mezin. Di avakirina van desketiyan de roleke mezin a jin û ciwanan hebû. Şoreşa Rojava bi îradeya gelan a ku têknaçe bi ser ket. Ji Kobanê ya ku bû sembola berxwedana neteweyî heyanî roja îro biserketî ye.

Hîna hikumeta Erdogan û komên girêdayî wê dixwazin Herêma Şehba û Efrînê dagir bikin. Lê belê em bawerin ku wê projeya me ya avakirina Sûriyeya Federal a Demokratîk bi ser bikeve û gelê me bi ewle û aram bijî."