Operasyoan Reqa: Li taxa Romanî şerê dijwar di qewime

Li Taxa Romanî ya Reqa ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berê vê sibehê ketibûn şerekî dijwar heye.

Hêzên Sûriya Demokratîk- Şervanên QSD'ê îro berê sibê  ji aliyê eniya rojhilat a Reqayê de ketibûn taxa Romaniyê. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar berdewam dike. Têkildarî encamên şer ti agahî nehatin bidestxistin.

Duh şervanan 2 tax ji çeteyan paqij kirîbûn û şervan bi pêş ve diçin. Taxa Romanî taxa sêyemîn a Reqayê ye ku îro şervan ketibûnê.