Operasyona Reqa: 9 çete hatin kuştin, wesayîteke bombebarkirî jî hate rûxandin

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li ji çar aliyên bajarê Reqayê dewam dike. Di şerê qewimî de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan jî hate rûxandin.

Şervanên QSD’ê yên li Taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajarê Reqayê pêşve diçin, nuqteyekî ya çeteyên DAIŞ’ê kirin hedef, çerxerêyên Idixar û Basil ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê şervanan ji sedî 60’ê taxê ji çeteyan paqij kirin. Di encama şerê li vir qewimî de 6 çete hatin kuştin.

Şervanan li Taxa Hîşam Bin Ebdulmelik jî wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan ku kete di nava hewldanên êrîşan de hate rûxandin. Di şerê li vir de têkildarî hejmara çeteyên hatin kuştin û birîndarkirin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li Taxa Nezle Şihadê ya ku hê jî şer lê dewam dike, heta niha 3 çete hatine kuştin.

Li aliyê din şervanên QSD’ê rêya Seyf El-Dewle ya li Taxa Reqaya Kevin bi temamî xistin di bin kontrola xwe de û bi vî awayî ji sedê 50’î ya taxê ji çeteyan paqij kirine.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya nava bajêr de dewam dike.