Operasyona Reqayê: Herêma Mesakin Dubat hate rizgarkirin
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de herêma Mesakin Dubat al i tax Nezlit Şihade ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de herêma Mesakin Dubat al i tax Nezlit Şihade ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Ji şevê din êvarê ve, li başûrê Reqayê bi taybetî li taxa Nezlit Şihade şerekî giran diqewime. Di vî şerî de şervanên QSD'ê çend kolanên din ji çeteyan paqij kirin, ji xetên mayinan ên çeteyan derbas bûn û herêma Mesakin Dubatê bi temamî rizgar kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, di vî şerî de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û termê 4 ji wan li naverastê mane. Her wiha hejmarek ji çek û cebilxaneyan ketin destê şervanan. Şervanên QSD'ê wesayiteke bombebakirî jî rûxandin.
Wekî din, li taxa Hişam bîn Ebdulmelîk a li başûrê bajêr û li taxa Reqa ya kevn a li rojhilatê bajêr, şer dewam dike.