Li du eniyên Reqayê şer giran e
Ji duh êvavrê ve li eniyên başûr û rojhilat ên Reqayê şerekî giran diqewime. Di şer de 18 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Ji duh êvavrê ve li eniyên başûr û rojhilat ên Reqayê şerekî giran diqewime. Di şer de 18 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de, ji duh êvarê ve li eniyên başûr û rojhilat ên bajêr, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Şer li taxa Hişam Ebdulmelîk a li başûr û li taxa Reqa ya Kevn a li rojhilatê bajêr bi dijwarî diqewime.
Di vî şerî de, heta niha 18 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.
Di şer de 3 şervanên QSD'ê yên bi lehengî li ber xwe dan, şehîd bûn.