Operasyona Reqayê: Wesayîta bombebarkirî hat rûxandin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, şervanên QSD'ê wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê rûxand a ku hewl dida êrîş bike.

Çeteyên DAIŞ'ê li Taxa Reqaya Berê ku bi 2 wesayîtên bomberbarkirî dixwestin êrîşî şervanan bikin, êrîş ji aliyê şervanan ve hat rûxandin. Şervanan wesayîteke bombebarkirî rûxand û wesayîta din hat derbkirin û çete neçar man ku ji herêma şer birevin.

Hewldana êrîşê ya çeteyan bi bersîvdayina şervanan têk çû û li herêmê şer didome.