Pêngava Reqayê: 1 jê serçete 17 çete hatin kuştin

Di Pêngava rizgarkirina bajarê Reqa de 1 jê serçete 17 çete hatin kuştin, şer li çar aliyên bajêr bi dijwarî dewam dike.

Komeke çeteyên DAIŞ′ê êrîşî nuqteyên rizgarkirî yên Taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajarê Reqayê kirin. Şerê li ser bersivdayîna şervanên QSD′ê qewimî 5 saetan dom kir. Di encama şer de êrîş hat şikandin, serçeteyek di nav de 9 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, 2 çeteyan jî teqemeniya li ser xwe teqandin. Piştî şer şervanan dest danî ser rêjeyek çek û cebilxaneyan.

Şervanan her wiha navendeke çêkirina madeyên teqemeniyê ya çeteyan ku bi dehan mayîn tê de bûn jî, desteser kirin.

Li Taxa Hîşam Bin Ebulmelik jî şervan pêşve çûn û di encama şerê qewimî de, 3 çete hatin kuştin.

Her wiha li Taxa Nezlet Şihadê ya dikeve başûrê bajêr û nêzê Taxa Mesakine yê jî di şerê dijwar rû dayî de, 6 çete hatin kuştin.

Li eniya rojhilat jî piştî ku hejmarek sivîl gihîştin nuqteyên şervanên QSD′ê, çeteyên DAIŞ′ê bi topên hawanan êrîşî Taxa Reqaya Kevin kirin. Di encamê de şervenek birîndar bû.

Her wiha çeteyan bi wesayîteke bombebarkirî jî li derdora Mizgefta Etîq hewl da êrîşî nuqteyên şervanan kirin.Wesayît beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate teqandin.

Di şerê li vê eniyê qewimî de, 2 şervanên QSD’ê şehîd bûne, 5 şervan jî birîndar bûne.