Pêngava Reqa: 34 çete hatin kuştin, 4 wesayît jî hatin rûxandin

Di şerê li 7 taxên reqayê qewimî de 34 çeteyên DIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên bombeberakirî jî hatin rûxandin. Balafriên koalîsyona navneteweyî jî gelek nuqteyên çeteyan bomberdûman kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, li taxên Hîşam Bin Ebdulmelin, Reqaya Kevin, Deriye û Berîdê şerê dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de dewam dikin. Şevê din şervan li Taxa Hîşam Bin Ebdulmelik pêşve çûn û li taxê xetên parastinê yên çeteyan şikandin. Di şer de, 22 çete hatin kuştin.

Her wiha li taxê balafirên koalsiyona navneteweyî gelek nuqteyên çeteyan bomberdûman kirin. Lê têkildarî hejmara kuştiyên çeteyan ti agahiyên zelal nehatin bidestxisin.

Di şerê dijwar ên li taxên Reqaya Kevin û Rewdayê qewimî de jî 6 çete hatin kuştin, wesayîtekî leşkerî û wesayîtekî cebilxane li nav bû jî aliyê şervanan ve hatin rûxandin.

Di şerê li taxên Berîd û Deriyê yên rojavayê bajêr de jî 1 jê sekvan 3 çete hatin kuştin. Li Taxa Berîdê jî wesayîtekî bombebarkirî bê ku bigihêje armaca xwe ji aliyê şervanan ve hate ferqkirin û rûxandin. Her wiha li Taxa Deriyê jî wesayîtekî leşkerî ya çeteyan hate îmahkirin.

Li aliyekî din jî tîmên taybet ên girêdayî QSD′ê li taxên Qadisiyê û Deriyê yên rizgarkirî, di encama lêgerînê de hejmarek mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandine bêbandor kirin.