Pêngava Reqa: 4 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin

Di şerê li rojava û rojhilatê Reqayê qewimî de, 4 wesayîtên bombebarikrî hatin rûxandin û 18 çete jî hatin kuştin.

Di şerê ji duh şev ve li eniyên rojhilat û rojavayê Reqayê dewam dike de, şervanên QSD’ê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şikandin.

Li Taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajêr şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de qewimî, heta saetên sibehê dom kir. Di encama şer de 8 çete hatin kuştin, wesayîtekî bombebarkirî hate rûxandin. Dîsa hewldana êrîşa çeteyan a derbasbûna nava taxê jî ji aliyê şervanan ve hate şikandin û rêjeyek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Di şerê li Taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê bajêr de jî 1 jê sekvan 3 çete hatin kuştin.

Li Taxa Hîşan Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan bi wesayîtekî bomebarkirî êrîşî nuqteyên şervanan bikin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat. Di şer de 7 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hate rûxandin.

Li eniya rojavayê bajêr jî şervanan li Taxa Qadisiyê ya azadkirî, balafireke keşfê ya çeteyan xistin. Her wiha şervanan li taxên Deriye, Berîd û Qadisiye xebatên paqijkirinê dane destpêkirin, hejmareke mezin ji mayînên çeteyan bêbandor kirin û rêjeyeke çek û cebilxane hatin dîtin.

Her wiha li eniya paş a şervanê QSD’ê jî çeteyan hewl da bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bike, li ser rûxandina şervanan a wesayîtê hewldan hete valaderxistin.

Li aliyê din şervanan li Taxa Reqaya Kevin 6 sivîl, li taxên Teyar û Deriye jî 15 sivîl rizgar kirin.