Pêngava Reqa: Êrîş hat şikandin,19 çete hatin kuştin

Êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya bi 2 wesayîtên bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat şikandin û di nav de 2  serçete, 2  sekvan bi giştî 19 çete hatin kuştin.

Ji şevê din ve li taxa Nezlet Şihadê ya dikeve başûrê bajarê Reqayê, pêşveçûna şervanên QSD′ê didome. Mesakin Dibat hat rizgarkirin û şervanan berê xwe dan taxên din.

Çeteyên DAIŞ′ê îro di saetên sibehê de bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên QSD′ê yên li heman taxê kirin û hewl dan pêşveçûna wan asteng bikin. Her du wesayîtên bombebarkirî  ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin û şerekî dijwar rûda.

Di encama şerê dijwar  de 2 serçete, 2 sekvan  bi giştî 19 çete hatin kuştin. Cenazeyên hin çeteyan li qada şer man.

Şerê li taxê didome...