Pêngava Reqa: Êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên QSD’ê hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku dixwestin derbasî Taxa Reqaya kevin bibe, vala derxistin.
Şervanên QSD’ê hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku dixwestin derbasî Taxa Reqaya kevin bibe, vala derxistin.
Çeteyên DAIŞ′ê hewl dan bi awayekî veşartî derbasî Taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajar a rizgarkirî bibin. Ev hewldan ji aliyê şervanên QSD′ê ve hate valaderxistin û di encama şerê qewimî de jî çeteyan derbeyên giran xwarin.
Li eniya rojavayê bajêr jî li taxên Deriye û Berîdê, xebatên paqijkirina ji mayînan didomin. Her wiha sekvaneke çeteyên DAIŞ’ê yên ku sîvîl dikirin hedef jî ji aliyê şervanan ve hate kuştin.
Li Taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê Reqayê jî, tuneleke mezin a çeteyan hat dîtin.