Pêngava Reqa: Şervan pêşve diçin, ketin taxek nû
Şervanên QSD’ê rêya El-Cisir û El Cedîdê kontrol kirin û ketin Taxa Nezle Şihadê.
Şervanên QSD’ê rêya El-Cisir û El Cedîdê kontrol kirin û ketin Taxa Nezle Şihadê.
Pêngava ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirina Reqayê bi hemû hêza xwe dewam dike. Şervanên QSD′ê xwaringeha El-Şeraa û stasyona Firatê rizgar kirin û rêya El-Cisir û El-Cedîd bi temamî kontrol kirin. Her wiha şervan derbasî avahiyên destpêkê yên taxa Nezel Şihadê yên ku sekvanên çeteyên DAIŞ′ê lê bi cih dibûne, bûn.
Duh jî Taxa Yermûk a dikeve rojavayê bajêr hat rizgarkirin û şervanan ji saetên sibehê dest bi xebatên paqijkirina taxê ji mayînên çeteyan kirin. Bi vê yekê 8 taxên li navenda bajêr hatin rizgarkirin.
Li aliyê din li Taxa Şîham Bin Ebdulmelik a dikeve başûr û derdora mizgefta Etîq a dîrokî ya li Taxa Reqaya Kevin şer didomin. Lê têkildarî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelel nehatin bidestxisin.