Pêngava Reqa: Şervanên QSD’ê ketin Taxa El-Diriyê

Şervanên QSD’ê li Reqayê ketin Taxa El-Diriyê. Beşeke yê taxê jî ji çeteyan hate paqijkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê dewam dike. Şervanên QSD’ê îro ketin Taxa El-Diriyê.

Taxa El-Diriyê ya ku xwedî cihekî stratejîk, taxên El-Mirûr, El-Panorama, El-Nehda yê derdor û taxên din ên rojavayê bajêr bi hev ve dide girêdan.

Şervanan heta niha li nava taxê avahiya dibistanê û hinek kolan ji çeteyan paqij kirine.