Pêngava Reqa: Bajarokê Retlayê hat rizgarkirin

Şervanên QSD'ê bajarokê Relayê ku dikeve başûrê rojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Pêngava 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê di roja 27'an de dewam dike.

Pêşveçûna şervanên QSD'ê li Reqayê didome. Di encama şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de, şervanan bajarokê Retlayê bi temamî ji çeteyan rizgarkirin.

Li bajarokê hatî rizgarkirî de cenazeyê 19 çeteyên DAIŞ'ê ketin destê şervanên QSD'ê.