Pêngava Reqa: Ji 40’an zêdetir sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li Taxa Hîşam Ebdulmelêk ji 40’an zêdetir sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê li Taxa Hîşam Ebdulmelêk ji 40’an zêdetir sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê yên ku li Taxa Hîşam Ebdulmelêk pêşve diçin, rojane sivîlan rizgar dikin. Şervanan beriya çend saetan piranî jin û zarok zêdetirî 40 sivîl rizgar kirin. Di nava yên hatin rizgarkirin de sivîlên birîndar jî hene.
Welatiyên hatin rizgarkirin anîn ziman ku gelek caran di nava kolanên taxan de wesayîtên şervanên QSD’ê dîtine, lê ji ber tirsa çeteyan û mayînan ditirsiyan ji nava taxan derbikevin.
Şervanan duh jî 200 sivîl zêdetir ji lepên çeteyan rizgar kiribûn.