Operasyona Reqa: Li Taxa Xerbî 8 çete hatin kuştin

Şervanên QSD'ê duh êvarê li Taxa Xerbî ya Reqayê 8 çeteyên DAIŞ'ê kuştin û tevî wesayîtekî doçka barkirî û matorekî çeteyên yê bombebarkirî yê çeteyan   rûxandin.

Li Reqayê şerê kolanan yê dinavbera Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên DAIŞ'ê de didome. 

Çeteyên DAIŞ'ê li Taxa Xerbî di nava tevgerê de bûn. Li ser şopandina tevgera wan a ji aliyê Şervanên QSD'ê ve şerek di navbera şervanan û çeteyan de derket û heta  sibehê şer berdewam kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di şer de 8 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, tevî wesayîtekî doçka barkirî û matorekî çeteyên yê bombebarkirî   hatiye rûxandin