Pêngava Reqa: Li taxên Hitîn û Qadisiyê şerê dijwar diqewimin

Li rojhilat û rojavayê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin.

Pêngava Azadkirina Reqayê di roja 17’emîn de dewam dike. Şervan li Taxa Hitîn a rojavayê bajêr û li taxa Qasidiyê ya dikeve rojavayê bajêr bi pêş ve diçin.

Li Taxa Hitîn van kêliyan di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerê dijwar rû didin. Tevî êrîşên çeteyan ên bi çekên giran, fuze û wesayîtên bombebarkirî yên ji bo pêşveçûna şervanan asteng jî bikin, dîsa şervan bi pêş ve diçin.