Pêngava Reqayê: Hêzên QSD'ê 150 sivîl rizgar kirin

Tîmên Taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), zêdeyî 150 sivîl ji taxa Hîşam Bîn Ebdilmelîk rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê li nava Reqayê her bi pêş ve diçin. Şervanan duh li taxa Hîşam Bîn Ebdilmelîk mayinên çeteyan rakirin û li 2 kolanan bi pêş ve çûn.

Danê vê sibehê jî, Tîmên Taybet ên QSD'ê zêdeyî 150 sivîl ji heman taxê rizgar kirin, ku jin û zarok jî di nava wan de hene.

Welatiyên ku ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin dan zanîn ku li malên nêzî wan hê gelek sivîl mane û di nava wan de mirovên extiyar jî hene.

Şervanan, sivîlên rizgarkirî birin herêmên ewle.