Pêngava Rizgarkirina Reqayê dest pê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi 'Pêngava Rizgarkirina Reqayê' kirin.

Operasyona rizgaririna Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, ku her kes li bendê bû, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin.

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser Pêngava Rizgarkirina Reqayê civîna çapemeniyê lidar dixe. Berdevkê QSD'ê Talal Silo, wê li ser operasyonê agahiyan bide çapemeniyê.

QSD'ê di 5'ê Mijdara 2016'an de ji bo rizgarkirina navenda bajarê Reqayê û derdora wê dest bi Pêngava Xezeba Firatê kiribû û heta niha bi rengekî serketî qadeke berfireh a vê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir.