‘Pêngava rizgarkirna Reqayê wê di nava çend rojan de destpê bike'

Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed a ku îdîayên têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ji Reqayê xwe vekişandine derewand, diyar kir ku wê di rojên pêş de pêngava rizgarkirina Reqayê bidin destpêkirin.

Ehmed a ji Firat FM’ê re axivî, îdîayên ku çeteyên DAIŞ’ê yên xwe ji Reqayê vekişandine ku di hinek dezgehên çapemeniyê de hatine belavkirin derewan.

Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Pêngav bi hemû hêza xwe û bi moralekî mezin didome. Pêngava me heta rizgarkirina tevahiya Reqayê jî wê dewam bike. Derdorên îdayan belav dikin, dixwazin destkeftiyên hêzên me reş bikin.ʺ

Niha li gundewarên Reqayê bigire ji aliyê bakur, başûr, rojava û rojhilatê Reqayê ve di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran diqewimin.ʺ

Ehmed, diyar kir ku operasyona rizgerkirina bajarê Reqayê wê di nava çend rojên pêş de bidin destpêkirin.