PYD: Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa parastina nirxên mirovî ye

Meclîsa Giştî ya PYD′ê: Şoreşa 19′ê Tîrmehê, şoreşa parastina nirxên mirovî ye û misogeriya çareserkirina doza Kurdan ên li Sûriye û parçeyên din ên Kurdistanê ye

Meclîsa Giştî ya PYD′ê bi boneya 5′emîn salvegera şoreşa Rojava, îro daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê û cîhanê kir ku li hemberî hemû kiryarên dixwazin li ser Sûriyeyê bidin meşandin bi ruhekî berpirsyar li hember rabin û piştgiriyê bibin sîstema Federaliya demokratîk.

PYD di dewama daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser van xisûsan:

″Çirûska 19′ê Tîrmeha sala 2012′an li Kantona destpê kir, piştre gihîşt Efrînê û Qamişlo. Di vê şoreşê de gavên dîrokî ber bi azadî û demokrasiyê ve hatin avêtin. Ev şoreş bi saya fikirê neteweya demokratîk, dibe hêviya tevahî gelên Rojhilata Navîn û misogeriya çareserkirina aloziyên Sûriye, Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Hêzên QSD/YPG/YPJ′ê rojane serkeftinên mezin bidest dixin û herêmên Bakurê Sûriyeyê ji terorê rizgar dikin. Vê yekê metirsiya rûniştandina projeya demokrasiyê li gel Tirkiye ava kir, ji ber vê yekê êrîşî Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê dike.

Şoreşa 19′ê Tîrmehê, şoreşa parastina nirxên mirovî ye û misogeriya çareserkirina doza Kurdan ên li Sûriye û parçeyên din ên Kurdistanê ye. Şoreşa jina azad, ciwanan û civaka Rojhilata Navîn li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan ava bike. Em bejna xwe li hember şehîdên 19′ê Tîrmehê ditewînin.

Bi boneya 5′emîn salvegera şoreşa 19′ê Tîrmehê, em bang li hemê hêzên demokratîk ên Sûriyeyê û cîhanê dikin ku li hember rûxandinên ku li Sûriye pêk hatine bi ruhekî berpirsyar tev bigerin. Her wiha piştgiriya projeya Federal ku wekî misogeriya çareserkirina aloziya Sûriye tê dîtin, bikin.″