Radyoya Rojava bû dengê aştiya gelan!
Xebatkarên Radyoya Rojava ku li Qereçoxê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk, qala radyoya xwe kirin.
Xebatkarên Radyoya Rojava ku li Qereçoxê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk, qala radyoya xwe kirin.
Endamê Radyoya Rojava Canşêr Welat li ser dema vekirina Radyoya Rojava nirxandinên girîng kir û sedemên êrîşa dewleta Tirk vegot.
Welat anî ziman, ku Radyoya Rojava ji aliyê YPG'ê di 1'ê Nîsana sala 2013'an de bi pênc endaman hate destpêkirin û diyar kir, yek ji pênc endaman Hekî Bagok bû. Welat bibîr xist, ku Bagok di êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk de roja 25'ê Nîsana 2017'an jiyana xwe ji dest da.
Canşêr Welat qala demên destpêkê yên weşana radyoyê kir, "Radyoya Rojava di eniya pêş de li hember çeteyên DAIŞ'ê cihê xwe diyar kiribû bû û li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibû çavkaniya yekem a agahdariya şer û pêşketinên Şoreşê û bibû dengê berxwedanê."
RADYOYA ROJAVA BI HEKÎ XWEŞ BÛ!
Canşêr Welat destnîşan kir ku di destpêka vekirina radyoyê de Hekî Bagok cihê xwe di nav xebatê de girtiye û kedeke bê hempa da ye. Welat got, "Pir zehmete ku careke din însanekî weke Şehîd Hekî were dîtin. Mirovekî pir jîr û zana bû. Li Radyoya Rojava kar dikir. Di perwerdeyê de cihê xwe digirt. Ji sibehê heta êvarê kar dikir û bernameyên aborî û civakî çêdikir. Niha jî dema ku behsa Radyoya dengê Rojava tê kirin, mirov nikare bê şehîd Hekî behs bike."
RADYOYA ROJAVA CIHÊRENG BÛ
Çanşêr Welat anî ziman ku Radyoya Rojava li Bakurê Kurdistanê jî roleke mezin dilîst û wiha dewam kir; "Radyoya Rojava heqîqeta dewleta Tirk dida xuyakirin û dibû dengê gelê Ereb jî. Ji ber ku di felsefeya Radyoya Rojava de biratiya gelan heye. Gelek bernameyên wê hebûn û bernameya ku milet herî jê hes dikir jî Sibeha Rojava bû. Ev bername hem jiyanî, hem jî siyasî bû. Ji hemû pêdiviyên civakî re dibû bersiv."
RADYOYA ROJAVA DIBÛ DENGÊ HER KESÎ
Welat ragihand, ku Hekî Bagok cihê xwe di her beşê ragihandina YPG’ê de digirt û wiha pêde çû; "Bernameya ku Hekî pêşkêş dikir bernameyeke siyasî bû. Ewqasî nîqaş çêdibûn ku her kesî li vê bernameyê guhdarî dikir. Ev bername hin caran zindî û hin caran jî paket bû. Bernameya Rengê jinê, Dengê kolanan, Parazvanên Rojava û hestên birîndaran jî hebûn. Ev bername hemû jî bi rengê paketan bû. Ev ji bo Gelê kurd tişteke nû û xweş bû. Radyo bi zimanê kurdî û erebî bername û nûçeyan pêşkêş dikir. Şehîd Hekî jî cihê xwe di her karî de digirt. Kovar, malper û Radyoya Rojava li her derî mora xwe li kar dida."
RADYO BI EŞQEKE MEZIN DIHATE GUHDARÎKIRIN
Welat da zanîn ku dema gel telefon dikir, bi eşq, coş û moraleke mezin diaxivî û kêfxweşiyeke bi wan re jî çêdibû. Welat got, "Bernameya Hunera Rojava jî hebû. Heftane bû, hunermendên Rojava tevî dibûn. Koma Cûdî û koma Ş. Xebat û Koma Tolhildan bernameyên wan hebûn. Canda me jî bernameyeke kurdewarî bû, dengê hunermendan digihand gel. Tevî hemû êrîş û hewldanên tinekirinê jî em li ser şopa şehîdên xwe xebata radyoya xwe dimeşînin."
Canşêr Welat di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got; "Ji bo şehîd Hekî û hemû hevalên şehîd, ez soza xwe nû dikim. Ew xebata ku me ji wan wergirtiye di asta herî pêş de em ê bimeşînin. Her wiha asta bi du zimanan û hemû bernameyên civakî em ê heta dawiyê bimeşînin û li keda Hekî û hevalên wî xwedan derbikevin. Ez ŞÎLAN û Rêbend jî ku di heman êrîşê de şehîd ketin wan bibîrtînim."
ÊRÎŞA LI SER RADYOYA ROJAVA HEWLDANA BÊDENGKIRINA GEL E
Endama Radyoya Rojava Şevîn Dêrik jî li ser xebatkarên Radyoya Rojava ku li Qereçoxê Şehîd ketin wiha axivî: "Di destpêkê em hemû şehidên Kurdistanê û Qereçoxê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Êrîşên ku li ser Qereçoxe hatin kirin, ji êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê ne qut e. Dewleta dagirker him ji milê Rojavayê Kurdistanê ve him jî, ji milê Bakurê Kurdistanê ve êrîşên xwe û siyaseta xwa ya dagirker da meşandin. Her dixwest ku gelê Kurd bê deng bike. Ji bo wê jî ragihandina me hedef hat girtin. Ji ber ku Radyoya Rojava li milê Bakûr, Başûr û Rojavaye Kurdistanê ve deng vedabû. Bav, kal, ciwan û endamên YPJ’ê têde cihê xwe digirtin. Kêlî bi kêlî di pêngavan cihê xwe digirtin û asta lehengtiyan şervanan digihand her derê. Em dikarin bêjin ji her aliyan ve dibû bersiv ji bo agahiyan bigîhine gelê."
KURTE DÎROKA RADYOYA ROJAVA
Endamê Radyoya Rojava Rojhat Cûdî jî li ser dîroka çêbûna Radyoya Rojava wiha axivî; "Radyoya me di 1'ê Nîsana 2017’an de ket sala xwe ya 5’an. Radyoya Rojava di pir merhelen dijwar re derbas bû. Pevajoya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, dîsa pêşveçûnen şervanan dixist mijara xwe ya sereke. Di wan şert û mercan de Radyoya Rojava pêşket. Li Çiyayê Qereçoxê ya herêma Dêrikê baregehên leşkerî yên YPG’ê hatin hedefgirtin û tevî endamên Radyoya Rojava 20 hevalên me şehîd ketin. Qereçox di sêgoşeya Başûr, Rojava û Bakûr de ye. Li hemberê êrîşan em ê xwe biparêzin û ti caran dengê xwe qut nakin. Em ê bibin zimanê rastiyan û wijdanê gel ê xwe."
PIŞTÎ LÊDANA BALAFIRAN, WEŞANA RADYOYÊ NESEKINÎ
Cûdî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku niha jî 6 bernameyên Radyoya Rojava hene û wiha bilêv kir; "Bernameyên parazvan, Sibeha Rojava, Dengê kolanan, Rengê jinê, Rojava welat. Ev hemû bername bi awayekî sistematik tên meşandin. Bernameya Sibeha Rojava heftiyê 2 rojan li ser weşana radyoya dirbesiyê fm tê kirin. Di bernameya Sibeha Rojava de kedeke hevalê Şehîd Hekî hebû. Ev bername bi coş û moralê Şehîd Heqî dimeşiya û niha jî em dixwazin tempoya hevalê Hekî berdewam bikin. Ji destpêkirina vê bernameyê heta niha weşana me de hin qut ne bûye. Em jî bi vê coşê bername şehîd Hekî dimeşînin. Sibeha Rojava bernameyeke zanistî, çandî û fikrî bû pêşxistina vê bernameyê berdewam e. Bernameyên paket ji têne çêkirin. Her roj saet di 8'an de tên weşandin. AKP'ê bi êrîşên xwe yên li ser Qereçoxê da xuyakirin, ku çiqasî dijminê me ye. Piştî Radyoya Rojava her kes êdî xwest ku beşdarê YPG’ê bibe. Radyoya Rojava bibû deriyê hest û çavên berxwedan û qehremantiya Rojava û Bakûrê Sûriyê."