Rêveberiya Xweser: Wê Cenevre-7 bi ser nekeve

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê diyar kir ku wê hevdîtinên Cenevre-7’ê bi ser nekeve.

Koordînasyonê got ku “Em baweriyê bi vî tiştî tînin ku bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û hêzên demokratîk wê rêya çareseriyê ava bibe.”

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên Cenevre-7’ê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê e hat diyarkirin ku ʺ Di wextê ku aloziya Sûriyeyê ji ber polîtîkayên navdewletî û herêmî kûr dibe, aliyên têkildar ji aliyê leşkerî û siyasî ve bi hev ketine dewrê, dozên stratejîk ên gelê Sûriyeyê li ber çavan nagirin û hêzên ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin, tevlî nakin” û ev tiştên hanê hatin destnîşankirin:

‘WÊ BÊENCAM BIMÎNE’

Hinek hêz her tim li pêşiya hevdîtin û platformên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bûne asteng û yek ji wan jî dewletên herêmî yên mîna Tirkiyê û Qeterê ne. Tirkiyê û Qeter bi awayekî neyînî li pêşiya van hevdîtin û platforman dibin asteng. Ji ber vê yekê ne mumkin e ku tu hevdîtin û danûstandinê rûbirûyî tehdîda Tirkiyê ne, bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê dawî li bêdengiya li hemberî van hêzan were. Helwest li hemberî van êrîşan were diyarkirin û li hemberî zîhniyeta ku terorê li ser herêmê ferz dike, têkoşîn were kirin. Wexta ku ev yek pêk hat wê demê mirov dikare ji bo aloziya Sûriyeyê behsa çareseriya siyasî û demokratîk bike. Danûstandina Cenevre-7 mîna civînên Cenevre ên dîtir jî nagihîje tu encamê. Em ji encam û biryarên ji civînên ku em tê de beşdar nebin, ne berpirsyar in.

Em ê di projeyên xwe yên demokratîk û şerê li hemberî terorê bidomînin. Em bawer in tevlînebûna hêzên demokratîk û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji kongreyê Cenevre-7 re tê wateya ku aliyên herî girîng di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de di danûstandine de ne amade ne. Bi taybet em li ser asta Sûriyeyê xwediyê projeyên demokratîk in.

Em, Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibêjin ku danûstendinên ku bê beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk werin li dar xistin, wê bi ser nekevin û tu encamê bi xwe re nayîne, ji ber vê yekê çi encamên ji danûsteninê wan derkevin me eleqedar nake.

Ji ber ku baweriya me pê heye ku riya çareseriyê di beşdarbûna hemû hêzên demokratîk û di serî de nûnerên Rêveberiya xwe re ye. Em ê projeya xwe ya demokratîk û azadîxwaz, her wiha şerê li dijî terora cîhanê bidomînin.”