Rewşa sivîlên li Reqayê çawa ye?

Li Reqayê malbatên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûyî gotin: “Em li benda şervanên QSD’ê bûn.

Malbatên ku îro ji Taxa Diriyê ya Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatibûn rizgarkirin, ji ANF'ê re axivîn û qala rewşa hundirê bajarê Reqayê kirin.

Malbatan diyar kirin ku nêzî mehekê ye şev û roj nikarin razên û xwe ji çeteyên DAIŞ'ê vedişêrin. Malbatan ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê jin û zarokan ji xwe re dikin mertal.

'EM LI BENDA ŞERVANAN BÛN'

Welatiya bi navê Ebtîsam Hemdûn ku bi çar zarokên xwe ji destê çeteyan rizgar bûbû wiha dibêje: "Di vê mehê de min çavên xwe nedan hev û min xew nekir, em ditirsiyan ku çeteyên DAIŞ'ê bi me bihesin û me bi xwe re bibin navenda bajêr. Dema zarokên min digiriyan, min destê xwe dida ser devê wan, ji bo ku dengê xwe dernexin."

Ebtîsam Hemdûn ji bo rizgarkirina xwe jî wiha got: "Ev bû mehek ku em li benda şervanên demokrat bûn, bi rexmê top û guleyan me tehemûl kir heta ku hûn werin me rizgar bikin û şikir ku îro em gihiştin vir."

Şervanên QSD'ê îro 5 malbatên Reqayê li Taxa Diriyê rizgar kirin û li Taxa Alcezîre li kêleka kolanekê rûniştibûn hestên xwe anîn ziman.