Sivîlên ji Reqayê derketin: DAIŞ'ê zilm kir, QSD'ê em rizgar kir

Pêngava rizgarkirina Reqayê, ku bi pêşengiya YPG û YPJ'ê ji aliyê QSD'ê ve tê meşandin, li navenda bajêr dewam dike.

Li Reqayê ku gelek sivîl lê asê man e, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina wan bi rengekî hesas tevdigerin. Ji ber ku piraniya van sivîlan li jêrzemînan xwe veşartine, xwegihandina wan jî zehmet e. DAIŞ gelek caran van sivîlan ji xwe re dikin mertal. Sivîlên ku hewl didin ji cihê xwe lê veşartine derkevin derve, dibin hedefa DAIŞ'ê.

Hêzên QSD'ê heta niha bi hezaran sivîl rizgar kirine. Gelek sivîlên bi gule û teqemeniyên DAIŞ'ê birîndar bûne, li nuqteyên tenduristiyê yên eniya şer tedawiya wan a destpêkê tê kirin.

SIVÎLAN QALA SERPÊHATIYA XWE KIRIN

Sivîlê bi navê Mahmûd ku ewilî malbata wî, piştre jî ew hate rizgarkirin, ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe kir:

"Mala min li nava Sûrê. Çete hatin em ji mala me derxistin. Wê çaxê ez çûm ji bo pismamê xwe sax bikim. Berê tivingê dan min. Ji min pirsî, ku li vir çi dikim. Em girtin. Îşkence li me kirin. Ez û malbata min birin. Ji me re digotin, 'Hûn alîgirê YPG'ê ne'. Digotin, 'Çima hûn tevlî me nabin'. Ji tirsa ez ne daxivîm, min nekarî tiştekî bêjim. Piştre em anîn li aliyê Sûk Hal danîn. Pismamê min bi sûîqestê kuştin. Du kesên din jî kuştin. Li Reqayê hê gelek sivîl hene. Ji Sûk Hal a kevn heta kolana Mûatezê gel heye. Gel bi giranî nanê tisî dixwe. DAIŞ'ê bi têra xwe erzaq ji xwe re amade kiriye, lê nade gel. Em li mala xwe bûn. Me dua dikir ku şervan kêliyek berî kêliyekê werin û me rizgar bikin. Şervanên QSD'ê hatin û em rizgar kirin. Ji me re gotin, 'li pişt hev bimeşin ku fîşek li we nekeve'. Piştre em anîn taxa Meşlebê. Gelekî bi başî nêzî me bûn."

Sivîlê bi navê Elî jî diyar kir, ku çeteyan hawan avêtine wan û sivîlek ji wan jiyana xwe ji dest daye. Da xuyakirin, ku hevserê jina bi wan re hatiye kuştin û piştre şervanên QSD'ê hatine û ew rizgar kirine.

Jina ku hevserê wê ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kuştin got, "Ez ne kêfxweş im ji ber ku derketime. Ji ber ku min hevserê xwe li pişt xwe hişt. Ew kuştin."

Şervanan, piştî kontrola tenduristiyê sivîl birin herêmên ewle.