Sûka El Hal a Reqayê ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), sûka El Hal a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), sûka El Hal a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 26. de ye. Şervanan sûka El Hal û avahiyên stratejîk ên li derdorê, ku li rojhilatê bajêr e ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Li gorî agahiyên bihîştin ber dest, li sûka El Hal û derdora wê, 9 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin ku 2 ji wan sekvan in. Termên van çeteyan li naverastê man.
Wekî din, piştî şerê li sûkê, roketavêjeke B-7, hawanek ji 80 mm'yî û depoyeke çeteyan a ku hawan lê çêdikirin, ketin destê şervanan.
Li taxên Qadîsiyê û Diriya jî di şer de 13 çete hatin kuştin.