Tecrîda li ser Ocalan li Mebrûka hate şermezarkirin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarokê Mebrûka yê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Bi sedan ji welatiyên bajarokê Mebrûkayê, ji ber avahiya Şaredariya Gel dest bi meşê kirin û li nava kolanên bajarok meşiyan.

Di meşê de al û sembolên şoreşa Rojava û wêneyên Ocalan hatin rakirin û pankêrta bi nivîsa "Bê serok jiyan nabe" hate vekirin. Meşvanan bi qîrîna dirûşman tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

Piştre li navenda bajarok mîtîngek hate lidarxistin. Li ser navê TEV-DEM'ê Ebdullah Elî li vir axivî û got, "Em pêkhateya Ereb a bajarokê Mebrûka bi tundî tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.