Vaye dîmenê tankên çeteyan ên ketin destê şervanên QSD'ê

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşî çeperên şervanên QSD'ê yên li rojavayê Bendava Azadî û bajarokê Mansûrayê kirin.

Di şer de, ku ji ber êrîşê dest pê kir, 2 tankên çeteyan ketin destê şervanên QSD'ê.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê, dîmenê van tankên ketin destê şervanên QSD'ê kişandin.

Tevî 2 tankan, 2 panzerên bi tîpa BMB, 12 çekên kalaşnîkov, 10 êlekên xwekujiyê û 2 cîhazên ragihandinê ketin destê şervanan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, danê vê sibehê jî ketin nava bajarokê Mansûra yê li rojhilatê Tebqayê. Şerê li vê herêmê dewam dike.