Xeta Frankfûrt-Reqa ya çeteyên DAIŞ’ê
Yunus Susam ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de ji DAIŞ’ê reviya û xwe li YPG’ê girt, rêwîtiya ‘cîhad’ê ya ku ji Frankfûrtê hatî Reqayê vegot.
Yunus Susam ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de ji DAIŞ’ê reviya û xwe li YPG’ê girt, rêwîtiya ‘cîhad’ê ya ku ji Frankfûrtê hatî Reqayê vegot.
Yunus Susam ku 1992’an li gundekî Çermûkê yê Amedê tê dinê, hê dema ku 3 mehî ye koçî Elmanya dikin. Yunus mirovekî nimêjker e, li mizgeftên Tirkan ên Elmanya dema ku nimêj dikir 2 kesan nas dike. Yunus bi carekê re xwe li nav civînên bi navê ‘davet’ dibîne ku ‘xoce’yên Elman didin.
Yunus berdewamiya wê wiha dibêje: ‘’Yek jê Efgan û yê dî Amedî bû. Bi rêya wan min rêxistinên radîkal a bi navê Ebû Hamza û yên din nas kirin. Min li ‘davet’a (vexwendin) wan nerî. Berê diçûma mizgeftên Tirkan. Piştre çûme mizgeftên Ereban. Piştî ku ez çûme mizgeftên Ereban, ez tevlî nav ‘vexwendin’ên van mizgeftan bûm, ku di van mizgeftan de rêxistiniya wê dihate kirin. Ev mizgeft mizgeftên wiha bûn ku ji hêla şexsan û komeleyên çandî ve dihatin avakirin. Ez tevlî civînên li van mizgeftan bûm. Ez diçûme civînên li deverê dî. Ev civîn civînên xoceyê Elman bû ku bi navê Ebû Hemza dihate naskirin.
Navê Ebû Hemza ê rastî ez bi Bîewolf dizanim. Li gelek bajarên Elmanya civînên mezin li dar dixistin. Bi wan re me li vîdeoyên DAIŞ’ê dinerî, ku nêzî îdeolojiya wan bû. Îdeolojiya wan a bi DAIŞ’ê re yek bû. Çi bi wan re hebû me ji xwe re standin. Me got qet tiştên baş dikin, ji bo vê em qet nefikirîn.
LI FRANKFÛRTÊ DICIVIYAN
DAIŞ’î jî dihatin van civînan. Wan dicivandin, hinan dikarîbûn biçin û hinan jî nikarîbûn biçin nav DAIŞ’ê. Mînak ji her deverê dihatin û li Frankfûrtê diciviyan. ‘Vedixwendin’ û piştre hev nas dikirin. Kesên ku nû dihatin pêşî baweriya xwe bi wan nedianîn. Di demeke kurt de ew bi rêxistin dikirin û dişandin.
PIŞTÎ BI ÇEND MEHAN DIŞANDIN REQAYÊ
Li Frankfûrtê pêşî di ser Facebookê re min Ebû Cenna nas kir. Wî ez vedixwendin nav DAIŞ’ê. Êdî ez jî weke wan difikirîm. Piştre ji Frankfûrtê çûme Stenbolê. Li cihê ku Ebû Cenna gotî û li otêlê du heftiyan mam. Otêl li Fatîhê bû. Piştî bi 2 heftiyan yekî ku qeçaxiyê dike şandin cem min. Bi wesayiteke ku 4-5 kesan hildigire em çûne Hatayê. Li Hatayê mala ku em lê diman hemû DAIŞ’î bûn. Li wir em sê rojan man. Piştre wî kesê ku karê qeçaxiyê dikire em birin aliyê Idlîbê. Li Idlibê em çûne aliyên Cebhep El-Nusra. Ew ji hev re dixebitîn. Bi yê Efganî re ku 3 rojan em ji sînor bi hev re derbas bûn, li mala milîtanê Cephet El-Nusra ê Pakîstanî em man. Piştre em derbasî Idlibê bûn, li wir em li malekê man.
Piştre wesayiteke têkildarî Ebû Cenna hat û bi wê wesayitê em çûna nav komeke DAIŞ’î ya bi navê Lîva Aksa, li Hemayê. Piştî ku em demekê man derbasî Reqayê bûm. Li Reqayê min perwerdehiya leşkerî dît, bi qasî mehekê. Piştre dîsa vegeriyam Hemayê. Li wir jî mehekê min perwerdehiya leşkerî dît.
DERSÊN CÎHADÊ YÊN EBÛ HANZALA
Min pir pirtûk nexwendin lê vîdeo şanî me didan. Pirtûk jî dersên tevhîdê bûn, pirtûkên Halîs Bayuncuk yanî yên Ebû Hamza bûn. Pirtûkên Ebû Hanzala li deverên ku Tirk hene li hemû deveran belav bûne. ‘Vexwendin’a wî û pirtûkên wî bi vîdeoyan li her deverê belav bûne. Ne tenê bi Tirkî heye, wergera wê ya bi Elmanî, Ingilizî jî hene. Li Ewropa, Azerbeycan, Tirkiyê, li her deverê belav bûye. Bi taybetî jî li deverên ku bi Tirkî zanin belav bûye.
LÊGERÎNA REVA JI REQAYÊ
Li Reqayê ez derbasî malên wiha bûm ku jê re Mazafa dihate gotin. Li wir mehekê mam. Em sivîl bûn. Piştî bi mehekê ji wan veqetiyam û li mizgeftan mam. Piştre ji bo ku ji Reqayê derkevim li rêyekê geriyam. Malbata min jî pir dixwest ku ez vegerim. Piştî ku mehekê li mizgeftan mam, min xwe li YPG’ê girt. Lê dema ku perwerdehiya leşkerî didan min xwest derkevim lê kesên ku derdiketin ew dihatin kuştin.’’
WERIN RADESTÎ YPG’Ê BIBIN
Susam dibêje gelek kes dixwazin ji nav DAIŞ’ê birevin û got: ‘’Werin radestî YPG’ê bibin. Bi ti rengî wê zorî li we nebe. Wê bi başî nêzî we bibin. Hûn kûderê bixwazin wêb işînin. Li vir tim miemeleya baş bi min kirin.’’
Sual dibêje piştî vê wî jiyana xwe bi rengekî normal domdandiye û didome: ‘’Ji malbatê herî pir min bêriya diya xwe kiriye. Min bêriya xizmên xwe, xwîşk û birayên xwe kiriye. Ez dixwazim xwîşk û birayê min, dê û bavê min bizanibin ku ez li nav destê ewle me,.’’