Xewna sedsalan bû rastî -2

"Şoreşa 19 Tîrmehê hişmendiya desthilatdarên bi salan pûç kir û îradeya gelan derxist holê. Ew jî li ber çav e ku di Rojhilata Navîn de jin bû xwedî îrade û bi xwe xwe temsîl dike, rêveberiya civakê dike."

Ez nizam çawa  diwêrim li ser Şoreşa 19 Tîrmehê binivîsim; yanî çawa heqê wê bidimê, helbet nikarim lê bi rojnamevaniyê, ev şoreş û serkeftinên ku vî gelî  jiyayî   dibe erkek li ser milê me jî.  Her çendî kêm be jî bi xetên qalind em ê hewl bidin bînin ser ziman...û  carek dî jî biborînin..

Piştî Şoreşa 19 Tîrmehê yan piştî dîroka 19 Tîrmeha 2012’an Şoreşê dest pê kir.  Rejîma Baas avahiyên xwe bi rengê zer rengandibû û darên senewber têde çandibûn. Xelkê Sûriyê ne ji rengê zer hezdikir û ne jî ji darên senewber te digot qeyî ev sembola desthilatdarê ye. Ev reng û dar nedihat hezkirin, li Kobanê bê zanebûn di van avahiyan de berî her tiştî rengên cuda cuda hatin karanîn û darên cuda cuda hatin çandin. Li Rojava cara yekemîn e bendên kontrolê bi zimanê Kurdî nasname tê xwestin, ev pir li kêfa xelkê diçû, heta endamên bendê deman ku bêdeng dibûn jî  dîsa rêwiyan dixwestin gotinek be jî bibêjin. Her kes dixwest karekî bike, ew roja ku bi salan bûn li bendê bûn hat ta ku xwe di şoreşê de bibînin. her kes bi rihê şoreşgerî tevdigeriya.  Ji paqijkirina kolanan heta vekirina dibistanan û avakirina saziyan, rast e her tişt di nav hev de bû, lê bêhna şoreşê ji her derê dihat. 

Rejîma Baas her tişt bisînor kiribû heta mejî û fikir bi sînor kiribûn, hundirê xelkê reş kiribû û bi taybetî yê Kurdan. Carekê hevalekî min behsa leşkeriya xwe kir û got: ‘’ Ez li ser sînorê Lebnanê leşker bûm, dema ku Kurdek derbas dibû bertîl zêde dida. Rast e zêde dida ji ber ku  ne ziman dizanî, û her bi tirs e sûcdariya ku   Kurdek werê girtin û di zindanê keve  hazir bû. Ew jî alîgirê PKK’ê ye û dixwaze parçeyek ji axa Sûriyê bi dewleta cîranan de bizeliqîne'. 

Em dîsa vegerin ser şoreşê.. Meclîsên gel hebûn lê careke din bi rêya hilbijartinan hatin avakirin û aktîv bûn. Wê demê hinekan digot niha ne dema hilbijartinan e û meclîsan e jixwe çend roje din Beşar li ser hikum dikeve û em ê wê demê vî karî bikine. Derdora sînorê rojava komên îslamî yên radîkal xwe bi cih kiribûn û gef li Rojava dixwarin û bi taybetî li Kobanê û Serêkaniyê hêza YPG'ê hatibû ragihandin, keç û xurt tevlê dibûn. Hikûmeta Tirk ketibû dewrê û pêçiyê xwe xistibû nav qaşo Şoreşa Sûriyê. Her tişt li bin guhê hev ketibû; li Hema, Humis, Heleb û hemû deverên din rojane bi dehan kuştî çêdibûn û bi hezaran kesên ji xelkê Sûriyê koçber dibûn. Lê li aliyekî din li Rojava gel xwe bi rêk û pêk dikir, YPG roj bi roj zêde dibû idî.  Gef jî ser Rojava zêde dibûn. Heta komên çete bi rêya dewleta Tirkiyê êrîşî Serêkaniyê kir. Jixwe ew êrîş bi bin ketin. Piştre DAIŞ derket û xwestin hê di destpêka şoreşê û ragihandina hêza YPG'ê de- ku ji Kobanê dest pê kir êrîşî Kobanê bikin- heta di 15 Îlona 2014’an de bi rêya DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin. Ez naxwazim dirêj bikim her kes dizane ku çi berxwedanî wê demê çêbû û Kobanê di cîhanê de bû sembola berxwedanê. Bi sedan keç û xortê şoreşa ku bingeha xwe ji têkoşîna 40 salî werdigre xwe kirin mertal ta ku ala hatî hildan û tehma îradeya ku di Kobanê de hiskirin wenda nekin. Nekirin û bi serketin. Raste derbek bû lê dibêjin' derba ku mirov nekuje, hêztir dike'.  Ev hêz li ber çav e êdî. Tenê gelê Rojava rizgar nekirin, her wiha dest bi rizgarkirina Bakurê Sûriyê jî kirin û heta niha  payîtexta hovên cîhanê(Reqa) dorpêçkirî ye, çend roje din ew ê jî rizgar dibe.

Şoreşa 19 Tîrmehê hişmendiya desthilatdarên bi salan pûç kir û îradeya gelan derxist holê. Ew jî li ber çav e ku di Rojhilata Navîn de jin bû xwedî îrade û bixwe xwe temsîl dike, rêveberiya civakê dike. Hişmendiya qirêj a bi salan hatî lêkirin 19 Tîrmehê pehînek lêxist ji jor de anî xwar. Belkî kêmasî hene û tiştek ne hêsan e ku cara yekemîn bibe xwedî biriyar û îrade bê ku kesek mudaxile bike.  Lê roj bi roj çêtir dibe. Ferhad Hemî rojnamevanekî ji Kbanê ye, li Şamê rûniştibû dema şoreşê dest pêkir ew jî wek bi hezaran Kurdên li Şam û Helebê berê xwe dane Rojava wiha ji bo wan rojan digot: "Her kes kesayeta xwe ye bi salan wendakirî lêkolîn dike ye, mirina rejîm û desthilatdariye û vejîna gelan e".

Wek min destpêkî jî gotî, mirov nikare bi nivîsekê mafê vê şoreşê bide, lê ez dixwazim bi gotina dayikeke gundê xwe bi dawî bikim, li ser wê rojê wiha dibêje: "Çima ew qas sal em nezan bûn, me her tim li ber destê mêran dinihêrî, niha ez dikarim debara xwe û zarokên xwe bikim bê ku hevserê min hebe, ez bûm xwedî helwest."