Xidro: Wê Şehba bi giştî were rizgarkirin

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şehbayê Cîhan Xidro got, "Şehba û Efrîn ên azad wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û tevahiya Şehbayê rizgar bikin."

Li Şehbayê, ku ji 5 bajarên mezin û 600 gundên ser bi wîlayeta Helebê tê binavkirin, ji sala 2011'an û vir ve jiyan qet asayî nebûye. Bi serhildana 2011'an re Şehba bi dorê ji aliyê 'artêşa azad' û DAIŞ'ê ve hate dagirkirin. Beşek emezin a vê herêmê, ji 24'ê Tebaxa 2016'an û vir ve ji aliyê delweta Tirk û komên wê yên çete ve dagirkirî ye. Dewleta Tirk, ku piştî Cerablûs, Exterîn, Raî û Babê berê xwe da herêmên rizgarkirî yên Şehbayê û Efrînê, her roj li Şehbayê êrîş dike û sivîlan dikuje. Gelê Şehba û Efrînê jî bi biryar in ku tevî hêzên xwe yên parastinê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Yek ji pêşengên vê berxwedanê jî Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şehbayê Cîhan Xidro ye. Xidro ji gundê Telaşir ê Babê ye. Gundê wê niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Tebaxa 2013'an piştî ku artêşa azad hê bêhtir kete bin kontrola dewleta Tirk, Eniya El Ekrad (hêza Kurdan) ji heremê hate derxistin û li ser vê yekê mîna Kurdên din ew jî tevî malbata xwe neçar ma koçî Efrînê bike. Piştî ku Ceyş El Siwar (Hêzên Şoreşger) nêzî 100 gundên Şehbayê rizgar kir, Cîhan Xidro li Şehbayê vegeriya. Xidro qala dagirkeriya dewleta Tirk, rewşa herêmên rizgarkirî yên Şehbayê û nerazîbûna li dijî plana dagirkeriyê kir.

SIVÎL TÊN KUŞTIN

Cîhan Xidro anî ziman, piştî ku beşeke Şehbayê ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hate rizgarkirin ew vegeriyan, Meclîsa Rêveber a Şehbayê ava kirin û dest bi kar kirin. Xidro diyar kir, êrîşên li dijî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê ev çend meh in dewam dikin, lê belê ev meheke ev êrîş zêde bûne. Xidro qala armanc û encama êrîşên dawî kir: "Dewleta Tirk li Şehbayê sivîlan dikuje. Di nava hefteyekê de ewilî li gundekî bi navê kefer Antûanê xistin; ji malbateke 9 kesî, 4 şehîd xistin, 3 jî birîndar kirin. Rewşa birîndaran nebaş e û hê li nexwşexaneyê ne. Roja 10'ê Tîrmehê li Til Rifat, Kefernas û Ehrasê xist. 4 top li Ehrasê ketin, 2 jin birîndar bûn. 25 top li Til Rifatê ketin, 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e."

DIXWAZE MAYINDE BE

Cîhan Xidro destnîşan kir, ku dagirkeriya 5-6 salan a çeteyan, bi wekaleta dewleta Tirk tê kirin û got, bi êrîşa li dijî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê û êrîşa li dijî Efrînê re dewleta Tirk dixwaze xwe mayinde bike û sîstema neteweya demokratîk a hatiye avakirin berteref bike. Xidro da zanîn, ku dewleta Tirk dixwaze Kurd, Ereb û Tirkmen bibin dijminê hev û bi vê armancê li herêmên dagir kiriye polîtîkayên qirêj dimeşîne.

GUNDÊN KURDAN HATIN VALAKIRIN

Cîhan Xidro diyar kir, dema kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî yên Şehbayê bên zanîn, wê were dîtin bê çawa dijminê neteweya demokratîk e û bibîr xist, gundê wan bi xwe dagirkirî ye. Xidro wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi zext, zordarî û komkujiyê Kurd ji herêma Şehbayê dan koçkirin û hê jî vê hewldana xwe didomîne. Zêdeyî 80 gundên Kurdan di dema dawî de bi zorê hatin valakirin, ku DAIŞ'ê jî ev nekiribû. Gundên Kurdan ên mîna Dudiyan, bi tankan û balafirên şer bi erdê re kirin ye. Mirov di nav de neman. Piraniya mirovên li wê derê derbasî Efrîn û Minbicê bûn. Gelek mirovên me yên Ereb jî bi wan re derbas bûn. Komkujî, îşkence, tlaan, revandin û fîdye her dewam e."

BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Xidro li ser baregehên leşkerî yên dewleta Tirk agahî da û got, "Li Exterînê baregeheke gelekî mezin a leşkerî çêkirin. Li Cephel Akîlê, li gundê Şahoyê baregehên leşkerî yên mezin çêkirin. Di dema dawî de ji xwe ji bo dagirkirina Şehba û Efrînê, bi dehan gundên li ser sînorê me û Mareyê bi zorê vala kirin. Li herêmen Şehbayê yên ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, zilmeke giran, talan û îşkence heye. Tevî vê zilmê, dewleta Tirk li gelek cihan polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê dimeşîne."

HEM BI ZORÊ HEM BI PEREYAN

Cîhan Xidro diyar kir, bşeek ji herêmên Şehbayê yên hatine dagirkirin bi Walîtiya Kîlîsê ve hatine girêdan û qala polîtîkayên nokerîkirin û sîxuriyê yên dewleta Tirk ên li Şehbayê kir: "Li gorî agahiyên ku ji wir gihîştin ber destê me; endamên MÎT'ê yên ji Dîlokê hatin, bi gel re civîn kirine û gotine, 'Her gund wê 20-30 mêran bidin me. Em ê van perwerde bikin û bikin jenderme'. 400-500 dolar pere dide mirovên bi vî rengî digirin û li dijî gel wan dikin jenderme. Gelê Şehbayê bi zilma artêşa azad, DAIŞ'ê û zilma wan, ji aliyê aborî ve xizan hate  hiştin. Niha jî hem bi zorê hem jî bi pereyan li herêmên dagirkirî, nokeran, jendermeyan ji xwe re dafirînin."

'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Cîhan Xidro destnîşan kir, ku gelê Şehba û Efrîn ên azad wê serî li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk netewînin û tevî Hêzên Şoreşger û YPG'ê li ber xwe bidin. Xidro got, "Dewleta Tirk çawa ku Skenderûn desteser kir, îro jî dixwaze Şehba û Efrînê desteser bike. Em gelê Şehbayê vê dagirkeriyê qebûl nakin. Gelê ku li herêmên dagirkirî dijî, êdî nikare xwe li vê dagirkeriyê rabigire. Em ê bi berxwedana xwe hemû gelên li Şehbayê rizgar bikin. Şehbayê dît ku ti cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de nîne. Berxwedana me wê ji bo Şehbayê û Bakurê Sûriyeyê, dîrokî be."