Yek ji mînakên şoreşa gel: Îsmet Şêx Hesen

Roj bi roj bêhtir eşkere dibe ku Şoreşa Rojava şoreşeke gel, ked û çandiniyê. Serokê Desteya Parastinê ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen yek ji mînakên vê rastiyê ye.

Di dema şerê Kobanê de nêzî 2 salan li Kantona Kobanê çandinî nikarîbû were kirin. Lê piştî ku Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin gel li şûnwarê xwe vegeriya û çandiyê dest pê kir.

Di demeke wiha de ku dagirker û çete dixwazin vîna gel bişkînin gel guh nade vê daxwazê û jiyana xwe didomîne.

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen, li gel ku zext lê hate kirin ku ji civakê dûr bikeve, ji civakê dûr neket, ji şoreşgerên din ên Kantonê xwe cuda nekir û her sal bi gelê xwe re, ji bo debara malbata xwe bike kar û barê çandiniyê dike.

Îsmet Şêx Hesen ji bo debara malbata xwe bike her sal çandiya nîsk û ceh dike. Her wiha bi darê zeytûnan re jî dilebike.

Hesen bi vê helwesta xwe re, ku çandiniyê esas dibîne ji civakê re dibe mînak. Hesen beriya bi çend rojan bi malbata xwe re berên komunê rakirin, ji bo ku zad bêyî ku bibe xisar rakin, çandinî bi destan kirin.

Hesen li ser rakirina zadê komunê ji ANF'ê re got: "Ji berê ve çandinî kana debarê ya herî sereke ye. Dema ku 16 salî bûm min çandinî dikir û niha jî em dikin."

Hesen bi domdarî got, "Rast e, di Rêveberiya Kantona Kobanê de ez li mîsyoneke girîng im. Lê ez naxwazim dev ji çandiniyê berdim. Ji bo debara jiyanê çandinî çavkaniya me ya sereke ye."

Şêx Hesen diyar kir, her welatiyek dikare li ser xaka xwe têbikoş e û bibe xwedî kesayatiyeke kedkar, debara malbata xwe bike û dikare aboriya civaka xwe baş bike, ji dinyayê re bibe mînak.

Îsmet Şêx Hesen anî ziman, ji bo debara malê bikin ew û malbata xwe çandiniya erdên xwe dikin û got, her welatiyek dikare wiha bike. Hesen da zanîn, ku dikarin li têkoşerên 17'ê Gulanê binerin, di serî de li Hakî Karer, Kemal Pîr û Mazlûm Dogan binerin û wan ji xwe re mînak bigirin.

Hesen diyar kir ku ev kadroyên pêşeng ji bo debara xwe bikin û ji gel re xizmetê bikin her roj dixebitîn û got, divê her kes şopdarên van têkoşeran be.

Hesen herî dawî anî ziman, ku divê her kes ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe û hewce ye ku wek mirovên sivîl di nav civaka xwe de bin.

Hevjîna Hesen Sedîqe Hesen jî got: "Ti cihêtiya me ji malbatên din ên Kobanê nîn e. Em hemû destek in û di her warî de yek in. Armanca me ji çandiniyê ew e ku em bikaribin debara xwe bikin, zarok jî bi me re dixebitin, ji bo ku di siberojê de her tiştî bizanibin."