YPG: Artêşa Tirk li Efrînê lez dane xebatên xwe yên kontrayan

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bibîr xist ku êrîşên der mirovî yên artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê yên li ser welatiyên sivîl û gelê Efrînê didome. YPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê cilên YPG’ê li xwe dikin û xebatên kontrayan dikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, têkildarî êrîş û talanên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî da. YPG’ê di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku artêşa Tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa û destekeftiya bide reşkirin, cilên YPG’ê li xwe dikin û li dijî welatiyên sivîl kiryarên dij mirovahiyê dikin.

YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê lez da xebatên xwe yên kontra yên bi armanca xapandina gelê Efrînê û hewldanên xwe yên reşkirina tevgera me zêdetir kir. Artêşa Tirk a dagirker bi vê rêyê dixwaze dagirkeriya xwe ya nerewa, rewa bide nîşandan.

‘GEL TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN BERXWEDANA XWE DIDOMÎNE’

Artêşa dagirker û komên çete yên pêve girêdayî, li gel domandina dagirkeriya der mirovî ya li Efrînê, ji milekî de jî hewl didin gelê herêmê di bin zext û zordariyê de bigirin da ku bikaribin dagirkeriya xwe bi wan bidin qebûlkirin û rewa nîşan bidin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku bi derewa; ‘Gelê herêmê di bin zextê de ye’dest bi êrîşan kir, ji bêdengiya navdewletî jî sûd wergirt û di pêvajoya derbasbûyî de her cûre sûcên mirovahî û sûcên şer pêk anî. Bi sed hezaran şêniyên herêmê ji cîhên xwe hatin derxistin, bi hezaran çekdar û malbatên wan yên ji her aliyê Sûriyê li Efrînê de hatin bicihkirin. Efrîn vegerandin qada jiyankirinê ji bo bi dehan komên çekdar û cîhadî. Di rewşa heyî de bûyerên weke mirov revandin û qetilkirin ku di navbera van koman de dihat dîtin, bi awayekî rojane didome û her diçe zêdetir dibe. Gelê Efrînê û gundewarên wê, ruxmên hemû van polîtîkayên revandin, qetilkirin, tehcîr, paqijiya etnîk, talangerî û qirkirinê jî dagirkeriya ne rewa ya artêşa Tirk a dagirker nepejirandiye û li hember vê yekê sekna xwe ya berxwedêr domandiye.

‘ARTÊŞA TIRK CILÊN YPG’Ê LI XWE DIKIN Û ZILMÊ LI GEL DIKE’

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê weke çareseriya dawî jî serî li rêya reşkirina destkeftiyên gelê me yê li Rojavayê Kurdistan dide û dixwaze van destkeftiyan di nêrîna raya giştî ya navneteweyî de reş bike. Bi vê armancê çeteyên dagirker di hundirê Efrînê de cilê şervanên me li xwe dikin û bi navê YPG zextê li ser gel dikin, mal û milkên wan talan dikin û xebatên kontra dimeşînin. Em bang li gelê xwe yê Efrînê û hemû raya giştî dikin ku li hember van dek û dolaban hişyar û baldar bin.

Em xwedî wê baweriyê ne ku wê li Rojavayê Kurdistan û li hemû Bakûrê Sûriyê, gel wê li hember dagirkerên ku di dek û dolaban de bûne pispor hişyar bin. Em diyar dikin ku ev hewldanên qirêj wê bê bersiv nemînin."