YPG'ê nasnameya 11 şehîdên Reqayê eşkere kir

YPG'ê, nasnameya 11 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 11 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike: " Di navbera 23-24`ê Hezîranê li taxên milê rojava û rojhilat ê Reqayê de, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar û dirêj rû dan. Di van şerên sîng bi sîng de 11 rêhevalên me ku 9 ji wan ji bajarê şehîdan a Kobanê ne, bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.”

Daxuyaniya YPG'ê wiha berdewam dike: “Pêngava Rizgarkirina Reqayê roja 21’emîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) de ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe pêngavê de digirin û bi aktîf tevlî dibin li hember çeteyên DAIŞ’ê şerên sînge sîng dimeşînin.

'11 RÊHEVALÊN ME BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û GIHIŞTIN ŞEHADETÊ'

Di navbera 23-24 Hezîranê de li taxên her du milên bajarê Reqayê milê rojava û rojhilat de, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar û dirêj rû dan. Di van şerên sînge sîng de 11 rêhevalên me ku 9 ji wan li bajarê şehîdan a Kobanê ne, bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.

Em wek YPG û YPJ’ê di kesayeta şehîdên pêngava Rizgarkirina Reqayê hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Di Serî de gelên me yên Kobanê û hemû gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Wek şopdarên şehîdan em ê li hember her cûre paşverûtiyan têbikoşin û bi rêya şehîdan re doza şehîdan serbixin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNMAEYAN

Nasnameyên şehîdan wiha ye;

Nasnav: Brûsk Pirsûs

Nav û Paşnav: Muhammed Yûce

Navê Dayikê: Naîme

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Cahîd Bab

Nav û Paşnav: Firat Mihemed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayibûnê: Bab

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Cudî Kobanê

Nav û Paşnav: Tarîq Şerîf

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayibûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Egîd Kobanê

Nav û Paşnav: Egîd Şêx Mihemed

Navê Dayikê: Zehîde

Navê Bav: Şukrî

Cihê Jidayibûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Elî Cîhan

Nav û Paşnav: Mihemed Osman

Navê Dayikê: Mercan

Navê Bav: Cemîl

Cihê Jidayibûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Gîvara Rojava

Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Abdulhadî

Cihê Jidayibûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Gurê Reş Kobanê

Nav û Paşnav: Dijwar Wero

Navê Dayikê: Nazilî

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayibûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Kendal Kobanê

Nav û Paşnav: Ezîz Mîlan

Navê Dayikê: Besîme

Navê Bav: Fadil

Cihê Jidayibûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Moro Kobanê

Nav û Paşnav: Ehmed Bozo

Navê Dayikê: Şarê

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayibûnê: Gundê Qasimiyê /Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Şervan Beyadiyê

Nav û Paşnav: Elî Xelîl Alawî

Navê Dayikê: Eweş

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayibûnê: Kobanê, Gundê Beyadiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Zana Bêlwêran

Nav û Paşnav: Xidir Hemê

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Şêx

Cihê Jidayibûnê: Gundê Bêlwêran /Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24’ê Hezîrana 2017

"