YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di navbera 10-12'ê Hezîranê de li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Ji destpêka şoreşa Rojava heya niha gelek gavên dîrokî  hatin avêtin. Dîroka gelên bindest bi şoreşa Rojava re xwe nûjen dike. Bi saya berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê gelên Rojava û Bakurê Sûrî tên parastin. Erka herî mezin ji bo wan parastina rûmeta gel e. Roj bi roj xwe mezin kirin û bi berxwedana xwe ve bûn pirek di navbera biratiya gelan de. Kurd, Ereb, Asûr, Suryanî, Tirkmen û neteweyên din ên li Rojava û Bakurê dijîn berê xwe dan nava refên YPG û YPJ'ê."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku berxwedan û qehremantiyên mezin li Rojava û Bakurê Sûrî çêbûn, di nav wan berxwedanan de gelek şervanên rûmetê şehîd bûn. Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê ji bo gelê Bakurê Sûrî hêviyeke mezin afirî. Pişti ku bajarê Reqayê ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ'ê ve hate dorpêçkirin, Cenga Mezin dest pê kir. Di vê Cenga Mezin de heya niha destketiyên mezin hatin bidestxistin. Şervanên me jî bi awayekî çalak di vê cengê de bi rengekî bê hempa li ber xwe didin. Ji bo ku gelê Rojava û Bakurê Sûrî ji nav metirsiyan derkevin şer dikin. Ev her şeş hevalê me di nava vê Cenga Mezin de cihê xwe di eniyên herî pêş de girtin û heya kêliyên xwe yên dawî bi wêrekî şerê kirin û gihiştin asta şehadetê.
 
Em wek YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Di serî de ji malbatên şehîdan û bi giştî gelê Kurdistan û Bakurê Sûrî re sersaxîyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Nasnav: Agir Urmiye

Nav paşnav: Roman Delîmîlan

Navê Dayikê: Efsane

Navê Bav: Ehmed

Cih û dema şehadetê: Reqa / 11'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Azad Ferhad

Nav paşnav: Sirac Yunis

Navê Dayikê: Cumana

Navê Bav: Nebîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dema şehadetê: Reqa / 10'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Delîl Kobanê

Nav paşnav: Ehmed Hecî Elî

Navê Dayikê: Xelîsa

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û dema şehadetê: Reqa / 11'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Mîxaîlo Çekdar

Nav paşnav: Muhammed Can

Navê Dayikê: Mûzeyyen

Navê Bav: M.Seyrî

Cih û dema şehadetê: Reqa / 12'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Qehreman Hol

Nav paşnav: Beşîr Siltan

Navê Dayikê: Cemîla

Navê Bav: Mehmud

Cihê Ji Dayikbûnê: Hol

Cih û dema şehadetê: Reqa / 10'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Reqawî Hesekê

Nav paşnav: Muhened Ismayîl

Navê Dayikê: Şêxa

Navê Bav: Beşîr

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û dema şehadetê: Reqa / 10'ê Hezîrana 2017