YPG'ê nasnameya 7 Şehîdên Reqayê eşkere kir

Navenda YPG'ê, nasnameya 7 Şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê eşeker kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 7 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê eşkere kir. YPG'ê ragihand ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelên Cîhanê ye.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike: " Pêngava rizgarkirina Reqayê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Heya niha me darbeyên pir giran li mêjiya faşîzma DAİŞ’ê xist û em lêxistinê berdewam dikin. Tabî ev şer şerekî pir mezine û ev şer, şera bidawîkirina DAİŞ’ê ye. Şervanên YPG-YPJ’ê ku di roja destpêkê heya niha têkoşîna bê hempa ku li dijî dijminê gelan faşîzma DAİŞ’ê dane meşandin, heya niha serkeftinên mezin bidest xistine û bûne avakerên herî mezin a şoreşa ku bûye malê gelan. Di pêkanîna vê şoreşê de di destpêkê Kurd, gelên herêmê û piştre bi sedan ciwanên li cîhanê ku piştî berxwedana Kobanê tevlî vê şoreşê bûne, ji bo ku vê şoreşê bikin şoreşa hemû cîhanê bê navber tekoşînek bê hempa dane meşandin û rastiya tekoşînê danîne holê."

'ŞOREŞGERAN ROJAVA WEK HÊVIYA RIZGARKIRINA GELAN DÎTINE'

Daxuyaniya YPG'ê wiha berdewam dike: "Piştî destpêkirina şoreşa Rojava heya niha şoreşgerên ku ji bo azadiya gelan li welatên xwe de ked dane, Rojava wek hêviya rizgarkirina gelan dîtine û tevlî vê şoreşê bûne. Şervanên Enternasyonalîst ku di çeperên herî pêş de tevlî şer bûne û şehîd ketine vê şoreşê kirine malê şoreşa gelên cîhanê. Ji 6 şervanên me ku di çeperên herî pêş de bi faşîzma DAİŞ’ê re şer kirine û şehîd ketine 3’ê ji wan ji şervanên enternasyonalîst pêk tên. Rêhevalên me Demhat, Rodî û Soro wekî hevalên xwe yên din, heya dawî ji bo hovîtiya DAİŞ’ê bi dawî bikin û ne tenê ji bo gelên Rojava, ji bo oxira hemû gelên cihanê bibin xwedî jiyanek azad û yekbuyî xwe feda kirine.

 Di heman demê de hevalê me Dilşêr li Kobanê, di encama qezayekê de şehîd ketiye."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:"Em wekî YPG soza serkeftinê ji bo şehîdên xwe dûbare dikin û girêdayîbûna bîranînê wan em bi gihandina serkeftinê re bidin nîşandan. Em di şexsê van şehîdên xwe yên Enternasyonalîst de soza berdewamkirina vê şoreşê heya azadiya hemû gelan didin. Wê gelê me jî ew qehremanên ku Rojava wek warên xwe dîtine û hatine, gelê Rojava wekî gelê xwe dîtine û ji bo vê gelî şehîd ketine tûcar jibîr neke û ji bîranînê wan re girêday be.”

 AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYÊN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Demhat Goldman

Nav û Paşnav: Robert Grodt

Navê Dayikê: Tammy

Navê Bav: Wayne

Cihê Ji Dayikbûnê: Calîfornîa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Tîrmeha 2017

 ***

Nasnav: Dilşêr Zap

Nav û Paşnav: Nuredîn Yunis

Navê Dayikê: Bêrîvan

Navê Bav: Loqman

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 3’ê Tîrmeha 2017

***

Nasnav: Lorens Amed

Nav û Paşnav: Malik El Elî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Fayiz

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Tîrmeha 2017

***

 

Nasnav: Murad Til Temir

Nav û Paşnav: Casim El Salih

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Taha

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Rodî Deysie

Nav û Paşnav: Nicholas Warden

Navê Dayikê: Dawn Hall

Navê Bav: Mark

Cihê Ji Dayikbûnê: Fort Stewart / Georgia

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Tîrmeha 2017

***

Nasnav: Şoreş Cudî

Nav û Paşnav: Edhem Mehmûd

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Nebo

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 7’ê Tîrmeha 2017

 ***

Nasnav: Soro Zinar

Nav û Paşnav: Luke Rutter

Navê Dayikê: Caroline

Navê Bav: Andre

Cihê Ji Dayikbûnê: Birkenhead

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Tîrmeha 2017