YPG'ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir

YPG'ê, nasnameya 9 şervanên azadiyê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de di navbera 22-26'ê Hezîranê de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand, ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwest û destnîşan kir, ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyan bin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di pêşengtiya QSD'ê de, pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku li hember çeteyên DAIŞ'ê hate destpêkirin bi pêşveçûna şervanên QSD'ê ji milê başûrê bajar ve tevahiya bajar xistin dorpêçê. Di vê pêvajoya dorpêçkirina bajar de, him di çalakiyên şervanan yên dijî çeteyan de him jî di êrîşên çeteyan de şerekî sîng bi sîng dimeşe. Nexasim ji 20'ê Hezîranê û vir ve çeteyan bi hemû derfetên xwe êrîşî qadên rizgarkirî yên di bin kontrola şervanan de kirin. Şervanan bi berxwedanê bersiv dan van êrîşan.

YPG û YPJ him di şikandina êrîşên çeteyan de him jî di pêşvebirina pêngavê de roleke girîng dilîzin. Di navbera 22 û 26'ê Hezîranê de 9 hevriyên me di vî şerî de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên berxwedanê bi minet  û rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wan em ê bi hemû hêza xwe têkoşîna ku li pey xwe hiştine bidomînin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Andok Gever

Nasnav: Andok Gever

Nav û Paşnav: Şahîn Îrçîn

Navê Dayikê: Hatem

Navê Bav: Alattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24'ê Hezîrana 2017

Çekdar Amed

Nasnav: Çekdar Amed

Nav û Paşnav: Sercan Subaşi

Navê Dayikê: Hatîce

Navê Bav: Naîf

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24'ê Hezîrana 2017

Diyar Bîr Omer

Nasnav: Diyar Bîr Omer

Nav û Paşnav: Xalid Beko

Navê Dayikê: Alya

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Bîr Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 25'ê Hezîrana 2017

Ebdulah El Ebdulah

Nasnav: Ebdulah El Ebdulah

Nav û Paşnav: Ebdulah El Ebdulah

Navê Dayikê: Ewad

Navê Bav: Ezîze

Cihê Ji Dayikbûnê: Tebqa, Gundê Kîtran

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22'ê Hezîrana 2017

Erdal Efrîn

Nasnav: Erdal Efrîn

Nav û Paşnav: Emîr Berkel

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Cerablus

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24'ê Hezîrana 2017

Herekol Gerîlla

Nasnav: Herekol Gerîlla

Nav û Paşnav: Elî Xelîl

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir, Gundê Erîşa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 26'ê Hezîrana 2017

Rehşan Avjîn

Nasnav: Rehşan Avjîn

Nav û Paşnav: Sozdar Mualla Ehmed

Navê Dayikê: Dilşah

Navê Bav: Azad

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24'ê Hezîrana 2017

Seyîdxan Amed

Nasnav: Seyîdxan Amed

Nav û Paşnav: Abdullah Karakuçuk

Navê Dayikê: Ferda

Navê Bav: Ayhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24'ê Hezîrana 2017

Tekoşîn Gever

Nasnav: Tekoşîn Gever

Nav û Paşnav: Rabîa Keskîn

Navê Dayikê: Hazal

Navê Bav: Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24'ê Hezîrana 2017