ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li du eniyên Reqayê şer giran e
Ji duh êvavrê ve li eniyên başûr û rojhilat ên Reqayê şerekî giran diqewime. Di şer de 18 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Li Sûriyeyê şer biqede jî avabûn wê bi dehan salan bidome
Maliyeta şerê navxeyî yê Sûriyeyê, ku ji sala 2011'an û vir ve diqewime û bi sed hezaran mirovî ji ber wê jiyana xwe ji dest dane, tê texmînikirin ku herî kêm 336 mîlyar dolar e. -
Wê QSD jî beşdarî civîna kooalîsyona dijî DAIŞ’ê bê lidarxistin, bibe
Wê nûnerê QSD’ê jî beşdarî civîna kooalîsyona dijî DAIŞ’ê ku wê di nava dîrokên 11-13’ê Tîrmehê de li paytext Washîngton a DYA’yê bê lidarxistin, bibe. -
Pêngava Reqayê: 9 çete hatin kuştin, 100 sivîl hatin rizgarkirin
Di şerê li rojava û rojhilatê Reqayê qewimî de, 9 çete hatin kuşitn, 100 sivîl jî hatin rizgarkirin. -
Hejmara kesên di êrîşa artêşa Tirk de birîndar bibûn gihişt 8'an
Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ya li ser Gundê Ehres ê girêdayî Şehbayê de, malbatek tevahî birîndar bûn. Hejmara kesên di êrîşa Şehbayê de birîndar bibûn gihişte 8’an. -
Cenazeyê Şehîd Rênas hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Rênas ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, hat oxirkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê 2 sivîl qetil kir
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker ya li ser herêmên Şehbayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 jê zarok 5 sivîl jî birîndar bûn. -
Berdevkê YPG’ê: Erdogan ditirse ku em DAIŞ’ê biqedînin
Berdevkê YPG’ê Mehmûd got “Pêwistiyeke mezin e ku mirov li dijî DAIŞ’ê li Sûriye û qada navneteweyî de têbikoşe.” -
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa ji bo Efrînê meşiyan
Welatiyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrînê û herêma Şehbayê meşiyan. Meşvanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan şermezar kirin û berxwedana Efrînê silav kirin. -
Dewleta Tirk êrîşî Efrîn û Şehbayê kir, şervanan bersiv dan
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî Efrîn û Şehbayê kirin. Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrîşan. -
Şehîdên Reqayê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 9 şervanên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin. -
Operasyona Reqayê: 27 çete hatin kuştin
Li taxa Rewda ya Reqayê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime. Di şer de 27 çete hatin kuştin. -
Cenazeyên 6 şehîdan li herêmên Cizîr û Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarên Tirbespiyê, Qamişlo û herêma Şehbayê hatin veşartin. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîn û Şehbayê didomin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrîn û herêma Şehbayê, duh bi şev bi tank û topan dewam kirin. -
YPG'ê li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk daxuyanî da
YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava, daxuyaniyeke nivîskî da. -
Berdevka QSD'ê: Nûçeyên li ser bomberdûmana DYA, derew in
Berdevka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, nûçeyên ku îdîa dikin 'Balafirên şer ên DYA bi şaşitî bombe li şervanên li Reqayê barandine' derew e. -
Cenazeyên 4 şervanan li Minbic û Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî û Minbicê cenazayên şervanên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi merasîman li goristanê veşartin. -
Hêzên Asayîşê: Rêyên Efrînê ji bo koçberan vekirî ye
Hêzên Asayîşê îddîayên ku komên çete dibêjin “Hêzên Asayîşê destûr nadin ku koçber bikevin Kantona Efrînê' derew derxistin. -
Pêngava Reqayê: 23 çete hatin kuştin
Di şerê dinavbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê yê li taxa Reqaya Berê de 17 çete hatin kuştin û 3 çeteyan ji xwe radestî şervanan kir. Di şerê li taxa Deriyê de jî 6 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê Fermandarê YBŞ'ê Pencewîn ber bi Başûr ve hat şandin
Cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Pencewîn ê li Şengalê şehîd bû, ji bo were veşartin ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Gelê Sirînê ji bo Efrînê meşiya
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Efrînê û herêma Şehbayê, gelê bajarokê Sirînê meşiya. -
Hêzên Asayîşê cebilxaneya çeteyan bi dest xistin
Hêzên Asayîşê yên Kantona Efrînê dest danîn ser du wesayitên bi cebilxaneyan dagirtî. Hêzên Asayîşê ajokarên wesayitan girtin û dest bi lêpirsînê kirin. -
Cenazeyê şehîdê Reqayê Ebû Meryem li Holê tê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Ayiş (Ebû Meryem) ê li Reqayê di 6'ê Tîrmehê de şehîd bû, ji bo bê veşartin ji Hesekê şandin bajarokê Holê. -
Gelê Kobanê ji bo Efrînê meşiya
Li Kobanê ji bo piştevaniya li gelê Efrînê û şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya TEV-DEM'ê meşek hate lidarxistin.