ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên Yekîtiya Netewî dewam dike
Komîteya ku hevdîtinên Yekîtiya Netewî ya KNK-Rojava didomînin, bi rûspiyên Meclîsa Eşîretên Dêrikê re civiyan. -
Pêgava Reqayê: Li Taxa Deriya şer dewam dike
Li Taxa Deriya ya ku dikeve rojavayê Reqayê şer bi dijwarî di navbara şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike. Di şer de heta niha gelek çete hatin kuştin. -
Ji Efrînê peyama ‘Em rê nadin dagirkeriyê’
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk deh hezar welatiyên Efrînê, peyamên berxwedanê dan. -
250 şervanên din jî tevlî refên QSD'ê bûn
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdeya xwe bi dawî kirin, bi merasîmekê tevlî nava refên QSD'ê bûn. -
Gelê Minbicê ji bo Efrînê daket kolanan
Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrîn û Şehbayê protesto kir. -
Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe yê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû eşkere kir. -
Cenazeyê 3 şervanên 'Cenga Mezin' li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê 3 şervanên QSD'ê ku di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Teimê veşartin. -
Efrîn ji berxwedana mezin re amade ye
Gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû ser piyan. -
Gelek sivîl ji Reqayê hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 200 sivîl ji navenda bajarê Reqayê rizgar kirin. -
Rêya stratejîk a Reqayê hate kontrolkirin
Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê rêyeke stratejîk a Reqayê kontrol kirin. Di şer de ji duh û vir ve 72 çete hatine kuştin. -
Nerazîbûna li dagirkeriya Tirk zêde dibe
Nerazîbûnên li hemberî dewleta Tirk, ku bi êrîşan amadekariyê ji dagirkeriyeke nû re dike, li derveyî Rojava jî der bûn. Li herêmên di kontrola çeteyan û rejîmê de ne jî, xwepêşandanên protestoyî tên lidarxistin. -
Li Minbicê cenazeyê 3 şervanan hatin sipartina axê
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Lîwa Tehrîr El-Firat ê girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û cenazeyê şervanê HPC’ê, li Goristan Şehîdan a Minbicê sipartin axê. -
PYD: Yekîtiya Netewî ewlekariya herî bingehîn a Rojhilata Navîn e
PYD ya ku bang li Sûriyeyî û derdorên Kurdistanî kir, diyar kir ku Yekîtiya Netewî ewlekariya herî bingehîn a Rojhilata Navîn e. -
Li Serêkaniyê cenazeyê 2 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyê bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê YPG’ê Osman Bekrî û şervanê QSD’ê Îbrahîm Ûmeyir, bi merasîmekê li Goriştana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin. -
Ji partiyên Rojava li dijî êrîşan daxuyaniyek hevpar
Partiyên siyasî yên Rojava, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê û Herêma Şehbayê bang yekîtiyê li gelê Kurd kir, her wiha dîsa bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir ku xwe ji êrîşan berpirsyar bibînin. -
Cenazeyê 2 şervanan li Sirînê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Seyîd Ehmed Mustefa li gel endamê HPC’ê Mûhîb HEmasî li Sirînê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Efrînê meşa dîrokî sibe ye
Gelê Efrînê ku li dijî dagirkerî û planên komkujiyê yên dewleta Tirk bêdeng namîne û di pêvajoya seferberiyê de ye, wê dîrokê binivîsîne. -
Dewleta Tirk li Efrînê komkujî kir: 3 sivîl hatin kuştin
Ji ber topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrîn û herêmên Şehbayê, bi taybetî li gundê Kefranton jin û zarok jî di nav de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 8 sivîl birîndar bûn. -
Erebên li Şehbayê li dijî dewleta Tirk meşiyan
Erebên ku li gundên rizgarbûyî yên Şehbayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê protesto kirin. -
Şervanên QSD'ê ketin nava taxa Reqa ya Kevin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), nîvê taxa Hîşam Ebulmelîk a li başûrê Reqayê kontrol kirin û ketin nava taxa Reqa ya Kevin. -
Fermandarê Hêzên Şoreşger: Neviyên Osmanî wê têk biçin!
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Hecî Ehmed diyar kir, ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê wê nikaribe bi ser bikeve û got, "Bila neviyên Osmanî ne li bendê bin; wê rojekê jî bi dilrehetî li Rojava rûnenên. Em ê axa xwe ji wan re nehêlin." -
Gelê Qamişlo li dijî tecrîdê meşiya
Bi hezaran welatiyên ji Qamişlo, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û li ber êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk rabin, meşiyan. -
Cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dêrik û Tirbespiyê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên Efrîn û Şehbayê dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi çekên giran gundê Mernaz a navçeya Şera ya Kantona Efrînê û gundê Bîloniya, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet yên herêmaya Şehbayê, bomberdûman dikin. -
Li Rojhilat û Rojavayê Reqayê şer dijwar e: 18 çete hatin kuştin
Li eniyên rojava û rojhilatê bajarê Reqayê, şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de bi hemû dijwariya xwe dom dike. Di encama şerê li her du eniyan de herê kêm 18 çete hatin kuştin.