ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 4 şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera 15-19'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Şervanên QSD'ê li Reqa bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê nîvê taxa Hattînê ya rojavayê Reqayê rizgar kirin. Li nîvê din ê taxê jî şer dewam dike. -
Tirkiye û Baas li dijî Efrînê amadekariya ambargo û êrîşê dikin
Tirkiye û rejîma Baasê amadekariyê dikin, ku bi hevparî êrîşî herêma Şehba û Efrînê bikin. -
'Wê bajarê Reqayê ji qirêja çeteyan were paqijkirin'
Ebû Hemade yê ji taxa Rimêle ya Reqayê, ku niha li nava refên QSD'ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih digire got, "Em sond dixwin, ku em ê bajarê xwe ji qirêjiya çeteyan paqij bikin." -
Artêşa Tirk sewqiyatê li axa Sûriyeyê dike
Artêşa Tirk ji Deriyê Sînor ê Bab El-Hewayê wesayîtên leşkerî, tank û obus sewqî Sûriyeyê kir. -
Li taxên Berîd û Hitîn şerê dijwar diqewimin
Li taxên Berîd û Hitîn şerê dijwar rû dide, wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin. -
YPG’ê nasnameya 5 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnemaya 4 şervanên YPG/YPJ’ê û şervanekî QSD’ê yên ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şedadê û Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kir. -
YPG: 10 çeteyên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Rojava dewam dikin. YPG'ê ragihand, di çalakiyên wan ên bersivdanê de 10 çete hatine kuştin. -
Cenazeyên 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPJ'ê Hebûn Qamişlo û Warşîn Perwer ên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Tirbespiyê hatin oxirkirin. -
4 şehîdên Reqayê li Minbic û Dêrikê hatin veşartin
Cenazeyên 4 cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, ku yek jê birazê Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif e, li bajarên Minbic û Dêrikê hatin veşartin. -
Li Girê Spî cenazeyê du şervanên YPG’ê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanên YPG′ê Ebdulnafi Xelef û Ebdulselam Şihadê Elî yên ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîda Mihemûd Tumê hatin veşartin. -
Pêngava Reqayê: Şervanên QSD’ê ber bi çerxerêya Qadisiyê bi pêş ve diçin
Şervanên QSD′ê li eniyên başûr û rojavayê Reqayê ber bi çerxerêya Qadisiyê ve bi pêş ve diçin. Li herêmê bi dehan çete hatine kuştin û pevçûnên dijwar rû didin. -
10 çeteyên ku êrîşî Şehbayê kirin, hatin kuştin
Şervanên Hêzên Şoreşger bersiva êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker da û 10 çete hatin kuştin, 7 çete ji birîndar bûn. -
Li sê eniyên Reqayê şer giran e
Li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Reqayê şerekî giran diqewime. Li başûrê bajêr 34 çete hatin kuştin û 2 motorsîkletên bombebarkirî hatin îmhakirin. -
Biryarên Konferansa Aboriyê ya Jinan a Bakurê Sûriyeyê
Komîteya Aboriyê ya Jinan, encamnameya konferansa xwe eşkere kir. Di encamnameyê de hat ragihandin, ku biryar hatiye dayin Koordînasyona Aboriyê ya Jinan a Bakurê Sûriyeyê û Akademiya Aboriyê ya Xweser bên avakirin. -
Xelîl: Em ê Reqayê rizgar bikin û radestî sivîlan bikin
Ji fermandarên QSD'ê Xelîl diyar kir, ji bo sivîl ji herêma şer werin derxistin û li derbasî herêmên ewle werin kirin, yekîneyên wan hatine perwerdekirin û bang li hemû saziyên çapemeniyê kir ku bên Reqayê. Xelîl got, ew ê Reqayê rizgar bikin û radestî si -
'Zarokên min xeyalên min bi cih tînin'
Kurekî wê şehîd, yek şervanê YPG'ê û keçeke wê jî li nava refên YPJ'ê ye. Dayika Şehnaz Abdullah bi zarokên xwe serbilind e û dibêje, "Zarokên min bi xewn û xeyalên min dijîn." -
Her ku QSD dide nava Reqayê, Baas dikeve nava panîkê
Rejîma Baasê ya ji aliyê Rûsya û Îranê ve tê birêvebirin, piştî Tebqayê bi operasyona Reqayê re kete nava panîkê. Rejîma ku qîma xwe bi kampanya reşkirinê neanî, êrîşî QSD'ê kir û bersiva xwe girt. -
Di şerê Reqayê de herî kêm 76 çete hatine kuştin
Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li taxên Battanî û El-Berîdê bi kêmanî 76 çete hatin kuştin. -
Çeteyên Tirk Şêxler bomberdûman dike
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî Şahba û Efrînê, navçeya Şêxler a rojavayî bajarê Kobanê , topbaran dikin. -
Ciwanên Efrîn û Şahbayê bi daxwaza azadiya Ocalan meşiyan
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a herêma Şehba, Tevgera Jinên Ciwan a navçeya Mobata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşiyan. -
MSD'ê encamnameya civîna xwe eşkere kir
Konseya Siyasî ya MSD'ê encamnameya civîna xwe bi biryarên hatî girtin, eşkere kir. -
YPG'ê nasnameya 3 şehîdên 'Cenga Mezin' ragihand
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqaye eşkere kir. -
Ehmed: Tirkiye û Qatar hevkarên terora li Sûriyeyê ne
Hevseroka MSD’ê Ehmed got ku, piştgiriya Tirkiyeyê ya ji Qatarê re têkiliya xwe bi terora li Sûriyeyê heye. Ehmed diyar kir ku Tirkiye dixwaze wekî Cerablûs û Babê Îdlîbê jî dagir bike û nerazîbûn nîşanî bêdengiya derdorên navneteweyî da. -
Sivîlên taxên Qedîsiyê û Direiyê derbasî herêmên ewle hatin kirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê rizgarkirina sivîlên taxên Qedîsiyê û Direiyê yên Reqayê, weşand.