ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 13 şehîdên Cenga Mezin eşkere kir
YPG'ê nasnameya 13 şervanên xwe yên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, 9 ji van şehîdan ji bajarê Reqayê tevlî Cenga Mezin bûn û bi hêrseke mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin. -
Li Reqayê 3 xwişk û birayên şervan..
Sê xwişk û bira ne, li hewşa malakê rûniştine. Di eniya şer de ne. Yek jê jin û du ji wan mêr bi heman armancê şer dikin. Mil dane hev. Dibêjin ew pir kêfxwş in ku li cem hev in. -
Maşikê nû yê Erdogan: Osman Recep Taha
AKP, Recep Tayîp Erdogan û dewleta Tirk ji bo planên xwe yên li dijî Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Sûriyeyê bixin meriyetê, hin maşikên nû ji xwe re çêdikin. -
YPG'ê bîlançoya 5 rojan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê agahî da. -
Çete bi hewana êrîşî Efrînê dike
Çeteyên ku piştgiriyê ji Tirkiye digirin, îro nêzî 30 topên hewanan avêtin Kantona Efrînê. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Amanos bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdullah Hesen (Aram Amanos) bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Li Eyn Îsa teqînek pêk hat
Li Eyn Îsa ya ku bi deh hezaran koçber lê ne, teqînek pêk hat. -
Operasyona Cenga Mezin: 3'ê jê serçete 22 çete hatin kuştin
Oparasyona rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû leza xwe dewam dike. Li rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê şerê dijwar diqewime. Di şer de 3 jê şerçet, bi giştî 22 çete hatin kuştin û balafireke keşfê ya Drone hate xistin. -
Operasyona Reqayê: Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî taxa Sebahiyeyê hatin şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. -
'Em li benda we bûn, me zanîbû hûn ê me rizgar bikin'
Pêl bi pêl tên. Di destpêkê de bi sedan kes bûn, piştre bûn bi hezaran. Niha jî bi deh hezaran tên. -
Şervanên Kurd û Ereb: Em ji xwe bawerin; Em ê Reqayê rizgar bikin
Pêngava rizgarkirina Reqayê dewam dike. Şervanên Kurd û Ereb diyar kirin, ku çete nikarin li ber wan bisekinin û ew bi rengekî serketî bi pêş ve diçin. -
Mayinên çeteyan hatin rakirin
Mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê li dora Reqayê bi cih kirin, ji aliyê tîmên pispor ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tên îmhakirin. -
Operasyona Reqayê: Taxa Sinaa hate rizgarkirin
Şervanên QSD'ê, piştî şerê 4 rojan, taxa Sinaa ya Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervan ketin nava taxa Batanî. -
Cenazeyê şervana enternasyonalîst Destan û 4 şehîdan hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervana enternasyonalîst Desan Temûz û 4 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Dicle, spartin axê. -
Cenazeyê 8 şervanên azadiyê li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 8 şervanên YPG`ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Mehmûd Tema veşartin. -
Çeteyên Tirk bi hev ketin: Bi dehan kes hatin kuştin
Li Babê di şerê navbera çeteyên girêdayî Tirkiyeyê qewimî de, herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin, 30 çete jî hatin kuştin. -
Operasyona Reqayê: Şervanên QSD'ê ketin nava taxa El-Berîdê
Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer giran e. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ketine nava taxa El-Berîd û taxa Sinaa jî li ber rizgarbûnê ye. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di navbera 10-12'ê Hezîranê de li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn eşkere kir. -
YAT'ê pêşî li komkujiyeke mezin girt
Tîma Yekîneyên Antî Terorê (YAT), çeteyên DAIŞ'ê yên amadekarî ji komkujiyeke mezin re dikirin, bêyî ku bigihêjin armanca xwe zevt kir. -
Gundên Efrînê têne bombekirin
Komên çete yên Cebhet El- Nûsra û Ehrar El-Şam gundên Basûfanê û Başmerê yên navçeya Şerawa bombe dikin. Şervanên YPG-YPJ'ê jî bersivê didin. -
4 pismamên li Reqayê şehîd bûn, li Minbicê hatin veşartin
4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de roja 10'ê Hezîranê li gundê Qabîe şehîd bûn, li bajarê Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Teqemeniyên çeteyan ên li Reqayê tên îmhakirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), teqemeniyên çeteyan ên li Reqayê bi dest dixin, îmha dikin. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Qamişlo hatin veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG'ê Şervan Polat û Fedakar Qamişlo bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin. -
Çekên agiravêj ên MKE’yê li Reqayê hatin dîtin
Li Taxa Romaniyeyê ya Reqayê ya ku şervanên QSD’ê ev tax duh rizgar kiribûn, çekên MKE’yê hatin dîtin. -
Gundê Sihêl hate rizgarkirin
Şervanên QSD'ê gundê Sihêl ê Reqayê ji çeteyan paqij kirin. Cenazeyê çeteyekî ket destê şervanan.