Îsraîl û Hamasê li ser agirbestê li hev kirin

Piştî şerê ku zêdetirî du salan e berdewam dike, Îsraîl û Hamasê sibeha roja Pêncşemê li Şerîda Xezeyê li ser agirbestê li hev kirin.

Lihevkirin, di çarçoveya plana ‘’aşitiya mayînde’’ ya herêmê ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump de hate kirin.

Tê texmînkirin ku yekem qonaxa lihevkirinê, serbestberdana dîlgirtiyên di destê Hamasê de û vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji Xezeyê ya beş bi beş e.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî pêvajoyê, alîgir piştî muzakereyên çar rojan wê roja Pêncşemê li Misirê lihevkirinê îmze bikin. Li gel DYE’yê gelek aktorên navneteweyî jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Hê saeta ku agirbest bikeve merîyetê nehatiye diyarkirin. Di vê navberê de rayedarên Parastina Sivîlan a Xezeyê, ragihandin ku sihara roja Pêncşemê Îsraîlê bombebarandinên xwe yên li herêmê domandine.

NAVEROKA LIHEVKIRINÊ

Li gorî ku agahiyên Qeterê, lihevkirin hemû mekanîzma û sererastkirinên têkildarî bicihanîna agirbestê di nava xwe de dihewîne.  Tê payîn ku li gel îmzekirina agirbestê wê şer û pevçûn bisekinin.

Hamas, wê ji 47 dîlên di destê xwe de digire 20’an di carekê de serbest berde. Li hemberî vê yekê Îsraîl jî wê nêzîkî 2000 girtiyên Filistinî serbest berde: ji van 250 kesên cezayê muebetêlê hatine birîn û 1700 kes jî ji kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve girtî ne, pêk tê. Tê plankirin ku pevguhertin di nava 72 saetên piştî îmzekirina lihevkirinê pêk were.

Her wiha wê destûr were dayîn ku di tevahiya pênc rojên ewil ên agirbestê de her roj herî kêm 400 kamyonên alîkariya mirovî bikevin Xezeyê, tê payîn ku ev hejmar di rojên pêş de zêdetir bibe. Li gorî agirbestê wê sivîlên ku aliyê başûr ji cih û warên xwe bûne, vegerin bajarê Xezeyê û bakurê wê. Lê belê artêşa Îsraîlê, ji gel xwest ku vê gavê venegerin van herêman.

BOMBEBARANDINÊN NÛ YÊN PIŞTÎ LIHEVKIRINÊ

Parastına Sivîlan a Xezeyê, piştî eşkerekirina lihevkirina agirbestê da zanîn ku Îsraîlê hin herêmên Xezeyê bombebaran kirine. Rayedarên saziyê ragihand ku bi taybetî li bajarê Xezeyê êrîşên hewayî yên dijwar pêk hatine.