Ji bo Parlamenta Iraqê 7 hezar û 768 namzet hene
Ji bo hilbijartinên meclîsê yên Iraqê ku tê payin di 11'ê Mijdarê de pêk were û propagandaya hilbijartinê di 3'ê Cotmehê de destpê kiriye, 7 hezar û 768 namzet di nava pêşbirkê de ne.
Ji bo hilbijartinên meclîsê yên Iraqê ku tê payin di 11'ê Mijdarê de pêk were û propagandaya hilbijartinê di 3'ê Cotmehê de destpê kiriye, 7 hezar û 768 namzet di nava pêşbirkê de ne.
Ji bo hilbijartinên Parlamenta Iraqê ya Dema 6'emîn demeke kurt ma. Sadr ku weke aliyekî diyarker tê dîtin, hilbijartinê boykot dike. Partî û tifaqên ku tevlî hilbijartinê dibin jî dest bi karên propagandayê kirin.
Hilbijartinên Iraqê pêvajoyeke tevlîhev e ku avaniya pir netewe û pir etnîkî ya welêt nîşan dide. Kurd, Şîa û Sûnî ku komên sereke yên welêt in, hem ji aliyê nifûsê ve hem jî ji aliyê temsîliyeta siyasî ve xweedî roleke diyarker in. Ev avaniya mezhebî û etnîkî hewl tê dayin ku di sîstema hilbijartinê de bi rêya kota û koalîsyonan bên temsîlkirin. Di heman demê de rageşiyên siyasî û tifaq jî timî zemînê ji guherînê re amade dikin. Pêvajoya propagandayê ya ji bo hilbijartinên ku tê payin di 11'ê Mijdarê de bêne kirin, di 3'ê Cotmehê de destpê kiribû.
21 MILYON 404 HEZAR HILBIJÊR
Li tevahiya Iraqê wê li 709 navendên hilbijartinê 4 hezar û 501 sindoqên dengdanê bêne danîn. Li van navendên dengdanê wê 21 milyon û 404 hezar kes karibin dengê xwe bi kar bînin. Di hilbijartinê de wê 75 namzetên serbixwe, 31 tifaq û 38 partî ji bo 329 kursiyên li parlamentê li ber xwe bidin. Di vê pêşbirkê de 2 hezar û 248 jin û 5 hezar û 420 mêr bi giştî 7 hezar û 768 namzet hene.
KOTAYÊN JI BO GARANTIYA TEMSÎLIYETÊ
Ji kursiyên parlamentê ji sedî 20 ji bo jinan, ji sedî 75 jî ji bo mêran hatine veqetandin. Li Iraqê ji bo garantîkirina temsîliyeta hindikahiyan û parastina hevsengiyên etnîkî û mezhebî kotayên herêmî têne bicihanîn. Li Parlamenta Iraqê 9 kursî ji bo pêkhateyan hatine veqetandin. Ji bo Xiristiyanan 5, ji bo Şebek, Êzidî, Feylî û Sabiî ji bo her yekî kursiyek hatiye veqetandin.
SÎSTEMA HILBIJARTINÊ LI DIJÎ KURDAN E
Hilbijartinên Parlamenta Iraqê yên 2025'an xwe dispêrin qanûna bi hejmara 4'an a sala 2023'an û ev qanûn hukmên taybet ên Qanûna bi Hejmara 12'an ji xwe re dike esas ku sala 2017'an hate qebûlkirin û hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajar û Meclîsa Nûneran eleqedar dike. Bi vî rengî bingeha hiqûqî ya pêvajoya hilbijartinê di çarçoveya van du qanûnan de diyar bûne û bi fermî di 27'ê Adara 2023'an de hatiye sererastkirin. Li gel vê yekê veger li rêbaza Sant Ligo çêbû ku di hilbijartinên 2014'an de bi cih hate anîn. Rêjeya temsîliyeta siyasî ya li Qanûna Hilbijartinê ya Iraqê û di mijara rêbaza Sant Ligo de hin guhertin hatibin kirin jî ev rewş bi taybetî li herêmên cihê nîqaşê, yanî li bajarên Mûsil, Kerkûk û Diyala yên dikevin ber xala 140'î bandoreke neyînî li dengê Kurdan dike Sîstema Sant Ligo ya nû hate sererastkirin, di heman demê de di dengên Kurdan de dibe sedema windahiyên cidî.
Sîstema Sant Ligo sîstemek temsîliyeta rêjeyî ye ku ji bo diyarkirina belavkirina kursiyan li partiyan tê bikaranîn. Di vê sîstemê de dengên partiyan bi hejmarên yekane yê weke 1, 3, 5, 7, 9, 11, 13 dabeş dike û hejmara kursiyan diyar dike. Lê belê ev rêje li Iraqê gihîtiye 1.7'an. Ev zêdebûn bandora partiyên biçûk di asteke bilind de kêm dike. Ji ber ku dema deng bi hejmareke bilind a weke 1.7 bê dabeşkirin, dengên partiyên biçûk bê bandor dibin û bi tenê partiyên mezin dikarin kursiyan bi dest bixin. Bi taybetî partiyên Kurd ên bi rengekî parçebûyî dikevin hilbijartinê, ji ber ku nikarin ji rêjeya 1.7'an derbas bibin, dengê wan belasebep diçin. Ev rewş jî li pêşiya temsîliyeta dengê Kurdan li parlamentê dibe asteng. Dawiya dawî partiyên ku xwedî rêjeyeke bilind a dengan e, hîn bêhtir kursiyan bi dest dixin; partiyên biçûk û xwecihî jî bi têra xwe deng stendibin jî nikarin xwe bigihînin asta piraniyê, lewma şensê wan ê temsîlkirinê nîne.
BI KÊRÎ BLOKÊN ŞÎA Û SÛNÎ TÊ
Lewma di hilbijartina ku bi rêjeya 1.7'an tê kirin de, îhtimala bidestxistina wekîlan ji aliyê partiyên Kurd ên parçebûyî kêm dibe Di vê sîstemê de ji bo her wekîlekî nêzî 100 hezar deng vala diçin, ev yek jî ji bo Kurdan rîskeke mezin bi xwe re tîne. Ji ber ku Kurd bi rengekî parçebûyî tevlî hilbijartinên Parlamenta Iraqê dibin, derdorên Şîa û Sûnî sûdê ji vê yekê werdigirin û hîn bêhtir dengan bi dest dixin. Ev yek jî bandoreke neyînî li temsîliyeta Kurdan a li Bexdayê û paşeroja herêmên cihê nîqaş dike.
Partiyên Kurd ên tevlî hilbijartinê dibin bi vî rengî ne: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Nifşên Nû, Eniya Gel, Eniya Helwêst, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Dadgerî.
Li herêmên Kurdan ên li derveyî Kurdistana Federe gelek partiyên siyasî hene. Ev partî di hilbijartinan de piştgiriyê didin namzetên Kurd. Piraniya van jî li Gulale, Xurmatû, Mexmûr, Şengal û Mûsilê ne.
Partiyên Şîa yên li pêş in bi vî rengî ne: Çarçoveya Koordînasyonê, Tifaqa Îmar û Pêşveçûnê, Koalîsyona Dewleta Yasa, Tifaqa Hêzên Dewletê ya Neteweyî, Lîsteya Bedir, Lîsteya Sadîkûn, Tifaqa Mizgînî ji bo Iraqê, Tevgera Sedr.
Tifaqên Sûnî yên ku tevlî hilbijartinê bibin jî bi vî rengî ne: Siyade, Tifaqa Azim, Tifaqa Hasm.
Tevgerên sivîl ên li derveyî blokan bi vî rengî ne: Tifaqa Bedil, Tifaqa Demokratîk a Sivîl.
Di hilbijartinên Iraqê de dewletên cîran weke Tirkiye û Îran xwedî bandoreke mezin e. Îran li ser milîs û partiyên siyasî yên Şîa yên li Iraqê xwedî bandoreke mezin e. Bi taybetî jî bi rêya Haşdî Şabî û komên siyasî yê Şîa yekser bandorê dike.
Tirkiye jî bi hevkariya bi PDK'ê re dixwaze bandora xwe ya li ser Kurdistana Federe û Iraqê zêde bike. Tirkiye ku li ser Tirkmen û Erebên Sûnî jî xwedî bandor e, bi hêzên Sûnî re xwedî têkiliyên girîng ên aboriyê ne.