Konseya Ewlehiyê ya NY’ê dê hefteya pêş biçe Sûriye û Lubnanê

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê endamên Konseyê hefteya pêş bi fermî serdana Sûriye û Lubnanê bikin.

Serdan wê çend rojan beriya salvegera ketina Serokê Dewleta Sûriyeyê yê berê Beşar Esad, 4’ê Kanûnê li Şamê destpê bike.

Sefîrên bilind ên 15 welatên endam dê bi Serokkomarê Demkî Ehmed el-Şera, nûnerên rêveberiya nû û nûnerên civakî yên sivîl re hevdîtinê bikin.

Şande wê 5’ê Kanûnê biçe Beyrûtê, roja piştre jî biçe Lubnanê û hevdîtinê bi leşkerên Hêza Aştiyê ya NY’ê (UNIFIL) re yên ku li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê wezîfe dimeşînin, bike.